Munîh (Rûdaw) - Li bajarê Munîhê yê Almanyayê, wezîrên navxwe yên 17 welatên Ewropayê û berpirsên pilebilind ên Yekîtiya Ewropayê kom bûn.
Wan ji bo dijwarkirina polîtîkayên sînoran û bicihanîna pergala hevbeş a koçberiyê civînek pêk anî.
Mijara koçberiyê ya li Ewropayê derbasî qonaxeke nû bûye.
Munîhê mazûvaniya duyemîn lûtkeya taybet a li ser pirsgirêka koçberiyê kir.
Armanca sereke ya vê lûtkeyê ew e ku gavên bicihanîna "Peymana Nû ya Koç û Penaberiyê" ya Yekîtiya Ewropayê leztir bikin.
Di vê peymanê de li ser sê xalên hestiyar tê rawestîn: Hişkkirina kontrola sînoran, lezkirina dersînorkirinê û hêsankirina rêbazên vegerandina bilez a wan kesên ku şertên mafê penaberiyê pêk nayînin.
"Ji bo parastina sînoran pêbendbûneke rasteqîn heye"
Nûnerê Serkirdayetiya Encumena Yekîtiya Ewropayê Jim O'Callaghan li ser lûtkeyê axivî û got:
"Civîneke gelekî balkêş bû. Ez dixwazim ji bo organîzekirina vê civînê destxweşiyê li Wezîr Dobrindt bikim.
Veguherîna nêrînan gelekî bikêr bû. Ez gelekî dilxweş bûm ku ez li vê derê bûm, ji ber ku niha Îrlanda serokatiya Encumena Yekîtiya Ewropayê bi rê ve dibe."
Jim O'Callaghan destnîşan kir ku wan li ser çendîn babetên girîng ên peywendîdarî koçberiyê nêrînên gelekî baş gotûbêj kirine û wiha pê de çû:
"Bi dîtina min di nav Yekîtiya Ewropayê de ji bo parastina sînorên me yên derve pêbendbûneke rasteqîn heye. Ev yek di wan guftûgoyên îro hatin kirin de bi zelalî diyar bû.
Di nav beşdaran de yekdengiyek hebû li ser wê yekê ku em dixwazin sînorên me parastî bin.
Ez jî wekî serokê Encumena Dadperwerî û Karûbarên Navxwe ya Yekîtiya Ewropayê, dixwazim di civînên me de tekezî li ser vê yekê bê kirin."
Koçberiya neyasayî ji sedî 55 ketiye
Komîserê Yekîtiya Ewropayê yê ji bo Pirsa Koç û Karûbarên Navxwe Magnus Brunner jî da zanîn ku guhertina polîtîkayan encam daye û got:
"Bi awayekî eşkere diyar e ku guhertina polîtîkaya koçberiyê ya li Ewropayê bandora xwe kiriye û amar ber bi daketinê ve diçin.
Koçberiya neyasayî ji sedî 55 kêm bûye. Pêvajoya vegerandina penaberan bi awayekî gelekî baştir bi rê ve diçe."
Brunner bal kişand ser wê yekê ku welatên endam hemû li ser xetekê dixebitin û yekdeng in. Brunner her wiha wiha lê zêde kir:
"Divê em bi hemû hêza xwe koçberiya neyasayî, bazirganiya bi mirovan û karê qaçaxçiyan rawestînin.
Di heman demê de divê em derfet û rêyên yasayî çêbikin da ku xelk karibin bi awayekî yasayî werin Ewropayê ji bo bazarên me yên karî.
Helbet ev yek di heman demê de ji bo parastina wan kesan e ku bi rastî pêwîstiya wan pê heye."
Plana şandina welatên sêyem
Welatên wekî Almanya, Holenda, Yunanistan, Awisturya û Danîmarka daxwaza bicihanîna projeya "Navendên Vegerandinê" (Return Hubs) dikin da ku koçberan dersînorî welatên sêyem bikin.
Yek ji wan welatên ku Yekîtiya Ewropayê li gel wan guftûgoyan dike Ruwanda ye.



