Moskow (Rûdaw) - Li bajarê Moskowê yê Rûsyayê, bi minasebeta salvegera 9emîn a Referandûmê ya Serxwebûna Herêma Kurdistanê çalakiyeke taybet hat lidarxistin.
Ev çalakî ji aliyê Rêxistina Ciwanên Kurd a Dîyasporaya Rûsyayê ve hat organîzekirin.
Çalakî bi piştgirî û amadebûna Nûnerê Revenda Kurdistanî hat kirin.
"Ev roj rojeke pîroz e"
Serokê Rêxistina Ciwanên Kurd a Dîyasporaya Rûsyayê Heval Nizarkî got:
"Em wekî Revenda Kurdistanî bi kêfxweşî îro li vê derê, li gel Kurdên her pênc parçeyên Kurdistanê û miletên cihêreng, bi taybetî miletê Rûs kom bûne, da ku 9 saliya Referandûma Başûrê Kurdistanê bi bîr bînin."
Heval Nizarkî tekez kir ku mafê diyarkirina çarenivîsê mafekî rewa ye û wiha pê de çû:
"Bi rastî, em bi vê helkeftê ji dost û dijminên gelê Kurd re dibêjin ku ev roj rojeke pîroz e. Rojeke ku ji bo me hemûyan pîroz e. Em dibêjin mafê me yê rewa ye. Referandum ne kevn dibe û ne jî bi dawî tê."
"Kurdistan bimîne"
Berpirsê Ofîsa Revenda Kurdistanî Qehreman Osman jî diyar kir ku hesta neteweperweriyê ya li dîyasporayê gelekî bihêz e û got:
"Ew kelecan û neteweperweriya ku li derveyî welêt heye, bawer bike di nav Kurdistanê de nîne, çimkî ew bi başî hîs dikin ku nebûna dewletê çi kêmasiyeke mezin e."
Qehreman Osman bal kişand ser girîngiya piştgiriya derveyî welêt û got:
"Ji ber vê yekê hêviyeke mezin heye ku Kurdistan bimîne. Ez bawer dikim ku bi piştgiriya wan, Kurdistan dê her bimîne û referandûm jî zindî bimîne."
Ji bilî ciwanên dîyasporaya Rûsyayê û xwendekarên Kurdistanî, gelek kesayetiyên naskirî yên Kurd, dîplomat û siyasetmedarên Rûs jî bi pêşkêşkirina gotaran beşdarî çalakiyê bûn.
Alîkarê berê yê Konsulê Rûsyayê yê li Hewlêrê (di navbera 2012-2018an de) Yevgeniy Arjantsev di axaftina xwe de destnîşan kir ku referandum bûyereke dîrokî bû û got:
"Ez bawer dikim ku encamên vê referandumê ji aliyê Kurdên Sûriyeyê, Îranê, Tirkiyeyê û diyasporayên Kurd ên li çar aliyê cîhanê ve bi baldarî û kelecan hatin şopandin.
Ez dixwazim ducare bikim ku referandum ne tenê ji bo Kurdên Kurdistana Îraqê, ji bo hemû gelê Kurd bûyereke çarenivîssaz e."
"Referandum bûye sembola hêviyê"
Kurdên Rûsyayê Referanduma Serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê wekî rojeke herî girîng di dîroka Kurdistanê de dibînin.
Çalakvana civakî Bella Pîrozî li ser girîngiya vê rojê wiha axivî:
"Referandum li Kurdistanê derbas bû. Ji bo me yên li Rûsyayê, her çend em dûr in jî, em ji bo Kurdistanê gelekî dilerizin. Em gelekî dixwazin ku miletê me azad be, pêşve biçe, bibe yek û wekî stiriyekê biçe çavê neyarên me."
Bûkeke Rûs a di malbateke Kurd de Marîna Nizarkiyê jî hestên xwe parve kirin û anî zimên:
"Tê bîra min, dema roja referandumê bû, keça min a biçûk yek salî bû lê niha ew 11 salî ye. Em her sal vê rojê pîroz dikin. Înşellah Kurdistan dê bibe serbixwe."
Di axaftina hemû beşdaran de xala sereke ew bû ku Referandûma Serxwebûnê ji bo hemû gelê Kurd bûye sembola hêviya azadiyê û 9 sal piştî referandûmê jî ev hêvî hîn jî zindî ye.



