Hewlêr (Rûdaw) – Konfederasyona Revenda Kurdistanî di salvegera Referanduma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê de peyamek gihand partiyên Swêdê.
Ji bo derbasbûna 9 salan a li ser referanduma dîrokî ya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, serok û şandeyeke Konfederasyona Revenda Kurdistanî li ber Parlamentoya Swêdê ya li Stockholmê civiyan û peyama fermî gihand nûnerên hemû partiyên siyasî Swêdê.
Şandeya Konfederasyona Revenda Kurdistanî bi serokatiya Serokê Konfederasyonê Îsmaîl Kamil û bi beşdariya çend endamên komîteya birêvebiriyê û çalakvanên diyasporayê, li ber avahiya Parlamentoya Swêdê ya li Stockholmê çalakiyek li dar xist.
Di dema vê çalakiyê de, şandeyê daxuyaniya fermî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî radestî nûner û fraksiyonên hemû partiyên siyasî yên li Parlamentoya Swêdê kir.
Di peyamê de tekezî li ser zindîhiştina îradeya gelê Kurdistanê ya ji bo bidestxistina mafên rewa û demokratîk hat kirin.
Her wiha hat xwestin ku li navendên biryardanê yên Ewropa û cîhanê piştgiriyê bidin doza neteweyî ya Kurdan.
Referanduma serxwebûnê ya 2017an
25ê Îlona 2017an xelkê Başûrê Kurdistanê û herêmên Kurdistanî yên li derveyî birêvebiriya Herêma Kurdistanê di pêvajoyeke dîrokî û demokratîk de çû ser sindoqên dengdanê û bi zêdetirî ji sedî 92yê dengan dengê “Erê” da serxwebûna Kurdistanê.
Kurdên li diyasporayê her sal di salvegera referandumê de li ber navendên navneteweyî, parlamentoyan rêxistinên dîplomatîk çalakiyan li dar dixin da ku daxwazên rewa yên Kurdan zindî bihêlin.



