Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doh di axaftina xwe ya li civîna Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê êrişî neyar û hevpeymanên xwe kir.
Vê yekê di nava salonê de rê li ber nerazîbûnan vekir û bi dehan şandeyên dîplomatîk ên welatên cîhanê salon terikandin.
Netanyahu li navxweyê welatê xwe rûbirûyî pêşbirkeke dijwar a hilbijartinên 27ê Çiriya Pêşîn dibe.
Wî qada Neteweyên Yekbûyî bi kar anî da ku êrişî serkirdeyên Îranê, Şaredarê New Yorkê, Brîtanya, Fransa û Tirkiyeyê bike.
Terikandina salonê û bersiva Netanyahu
Bi destpêkirina axaftina Netanyahu re, bi dehan dîplomatên welatên cîhanê ji bo nîşandana nerazîbûna xwe ji salona Civata Giştî derketin.
Beşek ji wan bi fîkan nerazîbûn nîşan da.
Li hemberî vê yekê, şandeya Îsraîlê bi çepikan piştgirî da wî.
Netanyahu berê xwe da wan dîplomatên ku ji salonê derdiketin û got:
"Eger di vê salonê de tirsonekekî din mabe ku derneketibe, ji kerema xwe bila niha here."
Êrişa li ser Brîtanya û Fransayê
Brîtanya û Fransa ku du hevpeymanên dîrokî yên Îsraîlê ne, bûn armanca rexneyên tund ên Serokwezîrê Îsraîlê.
Her du welatan hin cezayên sînordar li ser hinardeya ji Şerîeya Rojava sepandibûn.
Her wiha Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di axaftina xwe de gotibû ku Hemas li Şerîeya Rojava ne çalak e.
Netanyahu qala dîroka dagirkeriyê ya her du welatan kir û got:
"Ew Îsraîla biçûk bi kolonyalîzmê tometbar dikin. Kî me tometbar dike? Aliyên li Brîtanya û Fransayê! Ji bo xatirê Xwedê, wan bi xwe ev têgeh afirandiye."
"Îran dîktatoriyeke kujer e"
Netanyahu zimanekî gelekî tund li hemberî Tehranê bi kar anî.
Wî da zanîn ku bi rêya şerê 7 mehan ê Îsraîl û Amerîkayê rê li ber Tehranê hatiye girtin ku negihîje çeka atom û got:
"Min soz dabû ku ez rê li ber dîktatoriya kujer a Îranê bigirim da ku bombeya atom bi dest nexe. Armanca wê nehiştna Îsraîlê û gefxwarina li hemû cîhanê bû. Rûxîna desthilata Îranê jî ne dûr e."
Netanyahu di beşeke din a axaftina xwe de amûreke pêwendiyê ya bi navê "pager"ê hilda destê xwe.
Ev amûr amaje bû ji bo wan amûran ku bi teqîna wan li Libnanê bi sedan endamên Hizbulahê hatibûn kuştin û birîndarkirin.
Êrişa li ser Erdogan û Şaredarê New Yorkê
Serokwezîrê Îsraîlê êrişî Tirkiyeyê jî kir û ew bi piştgirîdayîna Hemasê tometbar kir.
Her wiha wî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wekî "sitemkar" bi nav kir.
Li hemberî vê, Serokê Daîreya Pêwendiyan a Serokkomariya Tirkiyeyê Burhanettîn Duran gotinên wî wekî "tometên bêbingeh û li dijî nirxên Neteweyên Yekbûyî" bi nav kirin.
Netanyahu her wiha êrişî Şaredarê New Yorkê Zohran Mamdani jî kir û ew wekî "dijê cihûyan" pênase kir.
Mamdani di bersiva xwe de anî zimên ku Netanyahu derewan ducare dike da ku “komkujiya Filistîniyan” veşêre.
Xwenîşandan û astengkirina Mehmûd Ebas
Di dema axaftina wî de li derveyî avahiya Neteweyên Yekbûyî li dijî Netanyahu xwenîşandaneke berfireh hat lidarxistin.
Polîsan gelek kes desteser kirin ku lîstikvana navdar a Hollywoodê Susan Sarandon jî di nav wan de bû.
Serokê Desthilata Filistînê Mehmûd Ebas jî ji ber ku îdareya Trump vîze nedabûyê nekarî beşdar bibe.
Lê wî di peyameke vîdeoyî de cezayên Washingtonê wekî neyasayî bi nav kirin.



