New York (Rûdaw) - Tom Barrack ji Rûdawê re ragihand û red kir ku Hêzên Pêşmergeyan wekî mîlîs bên dîtin û “Kurd hevalên gelekî baş ên Amerîkayê ne.”
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriye û Îraqê Tom Barrack ragihand ku yekkirina Hêzên Pêşmergeyan a di bin fermandariyeke leşkerî de “ji bo hemû aliyan karekî gelekî baş e” û piştrastî da ku piştî vekişîna hêzên Amerîkayê, Washington Kurdan bi tenê nahêle.
Tom Barrack li ser pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê Neteweyên Yekbûyî Namo Ebdula ya li ser wê yekê ka Amerîka Hêzên Pêşmergeyan wekî komên din ên çekdar mîlîs dibîne yan na, bi kurtî û bi zelalî got, “Na.”
Tom Barrack li ser pirsa yekkirina Hêzên Pêşmergeyan ji Rûdawê re got:
“Bi nêrîna min ev ji bo hemû aliyan karekî gelekî baş e.
Hebûna yek operasyon û fermandariya leşkerî ya yekgirtî ji bo dewleteke xwedî serwerî, karekî gelekî girîng e.”
Tom Barrack tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a li Sûriyeyê wekî mînakekê anî zimên û pê de çû:
“Eger hûn li tiştê ku li Sûriyeyê di rewşeke hîn girantir de qewimî binêrin; HSD bi hikûmeteke Sûriyeyê re dibe yek.
Di rastiyê de ew karekî gelekî zehmet bû û di şert û mercên pir dijwar de hatin ba hev lê pêvajoya tevlîbûnê bi awayekî kesane hat kirin.”
Barrack tekez kir ku dema hewla avakirina dewleteke serwer tê dayîn, divê derfet bê dayîn ku hêz û aliyên cuda di nava saziyên fermî de bibin yek.
Piştgiriya ji bo hilweşandina komên çekdar
Barrack piştgiriya xwe ji bo hewlên Serokwezîrê Îraqê yên di pêvajoya hilweşandina komên çekdar û yekkirina hêzan de nîşan da û got:
“Bi nêrîna min tiştê ku Serokwezîr li Îraqê dike tevgereke pir biaqilane ye.
Ew dibêje heke mîlîs dest bi hilweşînê bikin, ew dê di nava hikûmeta Îraqê de bihelin, dê li ser heman lîsteya meaşan bin, dê bibin yek, wekî takekes tevlî bibin û wê demê dê dewleteke we ya yekgirtî hebe.”
Dîplomatê payebilind ê Amerîkayê bal kişand ser wê yekê jî ku ji ber vekişîna hêzên biyanî, ti hincet ji bo mayîna komên çekdar li Îraqê namîne û anî zimên:
“Amerîka vedikişe. Di gaveke balkêş de doh Tirkiyeyê jî got ku ew jî vedikişin; nexwe êdî ti sedem ji bo hebûna mîlîsan namîne.”
“Kurd dostên mezin ên Amerîkayê ne”
Tom Barrack di beşeke din a axaftina xwe de bal hat kişandin ser dilgiraniyên xelkê Kurdistanê yên piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ku 30yê Îlonê bi dawî dibe.
Bi taybetî îhtimala bêparastinmayîna xelkê Kurdistanê ya li hemberî êrişên bi dron û mûşekan ên Îranê û komên alîgirên wê yên li Îraqê hat pirsîn ka berpirsyariya parastina Kurdan li ser milê Washingtonê ye yan na.
Tom Barrack dilniyayî da Herêma Kurdistanê û got:
“Kurd hevalên mezin ên Amerîkayê ne. Îrade û pêbendbûna ji bo alîkariya wan çi bi awayekî serbixwe be çi li gel Bexdayê be, ji bo dîtina bersiv û çareseriyan her tim heye.”
Nûnerê Amerîkayê li ser stratejiya giştî ya Washingtonê jî da zanîn:
“Mijar wekî ku Serok Trump dibêje ye.
Divê destwerdana leşkerî û pratîkî ya li hemû van welatan hêdî hêdî kêm bibe, di heman demê de em alîkariya wan dikin ku rêya xwe bibînin lê em ti kesî bi tenê nahêlin.”


