Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina taybet a dîrokî ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo nirxandina rîskên hişê çêkirî yên li ser ewlehiya cîhanê, ji ber nakokiyên kûr ên di navbera zilhêzan de bê encam bi dawî bû.
Redkirina her cure mekanîzmaya çavdêriyê ya ji aliyê Amerîkayê ve û tohmetbarkirina Washingtonê ji aliyê Çînê ve bi "desteserkirina dîjîtal" mohra xwe li civînê xist.
Di rûniştina ku gefên hişê çêkirî yên li ser aştî û ewlehiya cîhanê hatin nirxandin de, hişyariyên pisporan bal kişand.
Serokê Panela Pisporan a Neteweyên Yekbûyî Yoshua Bengio tekez kir ku metirsiyên vê teknolojiyê yên ji bo mirovahiyê "rastîn û pir nêzîk" in.
Yoshua Bengio pêşbaziya bêkontrol a di navbera dêwên teknolojiyê de bi tundî rexne kir û got:
“Ev pêşbaziya di navbera şirketan de ne zagoneke xwezayî ye, bi temamî tercîha wan bi xwe ye.
Eger sînorek ji vê rewşê re neyê danîn û rê li ber neyê girtin, di dawiyê de dê hemû mirovahî zererê bibîne.”
Birêvebirên payebilind ên şirketên dêw ên di qada hişê çêkirî de pêşeng in ên wekî OpenAI û Anthropicê jî tevlî rûniştinê bûn.
Birêvebiran her çi qasî rîskên mezin ên vê teknolojiyê qebûl kiribin jî ji bo sînordarkirin an jî kontrolkirina bipêşketina pergalên hişê çêkirî ti pêşniyarên berbiçav û pratîk pêşkêş nekirin.
Amerîkayê çavdêrî red kir: Em bipêşketinê ranawestînin
Faktora herî mezin a ku rê li ber biryareke hevbeş an plana çalakiyê girt helwesta tund a Washingtonê bû.
Nûnerê Amerîkayê Michael Kratsios eşkere anî zimên ku bipêşketina bilez a di warê hişê çêkirî de ji bo Amerîkayê nabe hincet ku bipêşxistina vê teknolojiyê rawestîne an hêdî bike.
Pekînê jî di demeke kurt de bersiva vê helwesta Amerîkayê da.
Nûnerê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî Fu Cong birêvebiriya Washingtonê tohmetbar kir ku ew hewl dide li cîhanê "desteserkirineke dîjîtal" ava bike.
Fu Cong destnîşan kir ku qedexe û cezayên Amerîkayê yên li ser firotina çîpên elektronîk, cîhanê ber bi parçebûneke teknolojîk a gelekî metirsîdar ve dibe û ev yek rasterast gefê li ewlehiya navneteweyî dixwe.
Pêşbaziya jeopolîtîk Konseya Ewlehiyê xitimandin
Li gorî çavdêrên navneteweyî, pêşbaziya dijwar a jeopolîtîk a di navbera Amerîka û Çînê de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di mijareke jiyanî ya mîna hişê çêkirî de felc kiriye.
Her du hêzên cîhanî di pêşbaziya serweriya aborî û leşkerî ya paşerojê de hişê çêkirî wekî "çeka" herî bingehîn dibînin.
Ji ber vê yekê, ji tirsa ku li paş hevrikê xwe bimînin, ne Washington û ne jî Pekîn nêzîkî wê yekê dibin ku teknolojiyên xwe bixin bin kontrola saziyeke navneteweyî an jî sînordarkirinan bipejirînin.



