Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdaw li Cannesê 2 xelatên navneteweyî werdigire.
Li bajarê Cannesê yê Fransayê îro merasîma xalîçeya sor a Xelatên Cannesê yên Medya û Televîzyonê tê lidarxistin.
Di vê merasîmê de, bi awayekî fermî dê 2 xelatên navneteweyî pêşkêşî du xelekên bernameya lêkolînê ya Rûdawê ya bi navê "Hîn Maye" werin kirin.
Xelata Kupaya Delfînê
Di xula 17an a fêstîvalê de (Cannes Corporate Media & TV Awards), xeleka "Paşeroja Hizbulahê" ya bernameya "Hîn Maye" dê Kupaya Delfînê wergire.
Ev xelek ji aliyê Hêvîdar Ehmed ve tê pêşkêşkirin û xelat di kategoriya "Kar û Barên Niha" (Current Affairs) de tê dayîn.
Her wiha di heman fêstîvalê de, xeleka bi navê "Dawiya Mezopotamyayê" jî Bawernameya Qonaxa Dawî (Finalist) bi dest dixe.
Ev xelek balê dikişîne ser krîza ziwabûn û jîngehê ya li Îraqê û herêmê û di kategoriya "Jîngeh û Berdewamî" de tê xelatkirin.
"Hûn dikarin bi yên herî mezin ên cîhanê re hevrikiyê bikin"
Birêvebirê Xelatên Cannesê yên Medya û Televîzyonê Alexander Kammel berê li ser van xelatan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîbû.
Alexander Kammel got, "Standardên we gelekî bilind in. Dema min dît ku bi şêweyekî gelekî pîşeyî serederî bi mijarên ew qasî hestiyar re hatiye kirin ez gelekî matmayî mam."
Kammel diyar kir ku ev serkeftin ne tenê ji ber rola pêşkêşkar e, her wiha di warê karkirina kamerayan û vegotina çîrokê de jî karekî pîşeyî hatiye kirin.
Kammel da zanîn ku nêzîkî 100 dadwerên ji kanalên mezin ên cîhanê berhem nirxandine û pê de çû:
"Berhemên we di asta belgefîlmên televîzyonî de gelekî bilind in, gelekî hevseng û bêalî ne. Hûn dikarin bi yêr herî mezin ên cîhanê re hevrikiyê bikin."
Kêliyeke serbilindiyê ye
Birêvebirê Berhemanînê yê Tora Medyayî ya Rûdawê Rêbaz Elî li ser wergirtina xelatan axivî.
Rêbaz Elî got, "Îro ji bo Rûdawê û medyaya Kurdistan û Îraqê kêliyeke tijî serbilindî ye.
Ev xelat û pênasîn dê me zêdetir bibiryar bikin da ku em di paşerojê de zêdetir çîrokan vebêjin ku bigihin asta navneteweyî."
Di salekê de 3 xelatên navneteweyî
Bernameya "Hîn Maye" bernameyeke meydanî û lêkolînê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Ew girîngiyê dide pirsên aloz ên navxweyî û herêmî.
Bernameyê di kêmtirî salekê de karî 3 xelatên navneteweyî bi dest bixe.
Wê berê jî Xelata Telly (Telly Awards) û Xelata Zêrîn a Stevie (Stevie Awards) biribûn.
Derbarê fêstîvalê de
Fêstîvala Cannesê ya Medya û Televîzyonê 2010an hatiye damezirandin û salane li bajarê Cannesê yê Fransayê tê lidarxistin.
Fêstîval berhemên kanal û dezgehên medyayî yên navneteweyî dinirxîne.
Tenê beşeke diyarkirî ya berheman Kupaya Delfînê bi dest dixe.
Heta niha dezgehên cîhanî yên wekî Bloomberg Media, Al Jazeera, Dengê Amerîkayê (VOA), Deutsche Welle (DW) û Discovery di vê fêstîvalê de hatine xelatkirin.



