Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku piraniya geştên asmanî yên navneteweyî yên ber bi Îranê ve hatine betalkirin.
Li gorî gotina Bessent, ew ne bawer in ku şandeya wî welatî ya ku niha li New Yorkê ye karibe vegere welatê xwe.
Şandeya Îranê ji bo beşdarbûna civîna salane ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li Amerîkayê ye.
"Geştên asmanî tên betalkirin"
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent îro di hevpeyvîneke xwe ya bi Fox Newsê re ragihand:
"Ji sedî 80 heta ji sedî 90ê geştên asmanî yên derve yên ber bi Îranê ve hatine betalkirin."
Bessent diyar kir, "Ez ne bawer im ku şandeya Îranê ya li New Yorkê karibe vegere welatê xwe."
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê 20ê Îlonê di hevpeyvîneke xwe ya bi kanala CNBCyê re jî ragihandibû ku dê ji 23yê Îlonê û pê ve hemû xetên asmanî yên Îranê li seranserê cîhanê werin girtin.
Bessent li ser vê mijarê gotibû, "Eger balafirên Îranê li her balafirgehê deynin, rê bi wan nayê dayîn ku sotemeniyê wergirin.
Nikarin xizmetguzariya danînê ji wan re dabîn bikin û nikarin ti bilêt bifiroşin wan.
Berevajî vê, her kes û aliyê ku vî karî bike, dê ji pergala darayî ya dolarê Amerîkî were derxistin."
Li gorî gotina Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê, ew wan kesan nas dikin ku ji bo xwerizgarkirina ji cezayan alîkariya rejîma Îranê dikin û ew dê cezayê bidin wan jî.
Şerê Amerîka û Îranê
Ev ceza di demekê de tên sepandin ku Amerîka û Îran ji dawiya meha Sibata îsal ve di nav şer de ne.
Ev yek jî piştî wê qewimî ku di destpêka êrişên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê de, Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê û hejmarek fermanderên leşkerî yên payebilind ên wî welatî hatin kuştin.
Tehranê jî di beramber de Tengava Hurmizê girt ku rêreweke stratejîk a veguhastina enerjiya cîhanî ye.
Girtina vê tengavê bû sedema bilindbûneke berbiçav a bihayê petrolê.
Zehmetiyên sektora firokevaniyê ya Îranê
Di destpêka vê mehê de, Amerîkayê ceza danîn ser hemû wan xetên asmanî yên Îranê ku berê ceza li ser wan tunebûn.
Di heman demê de Amerîkayê ew şirketên biyanî jî xistin lîsteya reş ku li derveyî Îranê xizmetguzarî pêşkêşî sektora firokevaniyê ya Tehranê dikirin.
Sektora firokevaniyê ya sivîl a Îranê bi salan e ji ber cezayên Amerîkayê dinalîne.
Îran ji ber van cezayan di kirîna firokeyên nû, peydakirina perçeyên yêdek û nûjenkirinê de rûbirûyî zehmetiyên mezin bûye.


.webp&w=3840&q=75)
