Hewlêr (Rûdaw) - 10 ciwanên Kurd ku bi hêviya gihîştina Ewropayê ji Herêma Kurdistanê derketibûn, li Lîbyayê hatin dîlgirtin û komên çekdar ji bo berdana wan fîdyeyê dixwazin.
Ji bo berdana wan ciwanan ji bo her kesekî 4 hezar dolar fîdye tê xwestin.
Di vîdeoyeke ku li ser tora civakî hatiye belavkirin de kesekî ku bi Erebî diaxive diyar dike ku ew 10 kesên li cem wî Kurd in.
Malbatên dîlan ji Rûdawê re piştrast kir ku ji bo berdana zarokên wan fîdye tê xwestin.
Li gorî agahiyên ku ketine destê Rûdawê, ew 10 ciwan ji bajarokên Hacîawa û Çwarqurneyê ne ku bi ser Îdareya Serbixwe ya Raperînê ya parêzgeha Silêmaniyê ve ne.
Wan ciwanan 45 roj berê Herêma Kurdistanê li dû xwe hiştibû û bi xewna gihîştina Ewropayê çûbûn Lîbyayê.
Endamên malbatên wan ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navên wan werin eşkerekirin got:
"Kesekî pêwendî bi me re danî û ji bo berdana her yek ji wan 4 hezar dolaran dixwaze lê me berê pere dabûn da ku zarok bi awayekî ewle bigihêjin Ewropayê."
Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyên herêmî wergirtine, ew kesê ku ciwan dîl girtine li Lîbyayê bi navê "Ebû Elî" tê naskirin.
Hat ragihandin ku Ebû Elî niha bi qaçaxçiyên mirovan re dan û standinan dike da ku ciwanên Kurd li hemberî pereyan berde.
Temenê ciwanên ku di vîdeoyê de xuya dikin di navbera 18 û 25 salî de ye.
Malbatên wan hêvî dikin ku ew koma çekdar bi kêmanî beşek ji zarokên wan berde.
Lîbyaya ku hinek herêmên wê di bin kontrola komên çekdar de ye, ji bo koçberan herêmeke gelekî xeternak e.
Rayedaran gelek caran welatî hişyar kiribûn ku vê rêyê ji bo çûyîna Ewropayê bi kar neyînin.
33 ciwanên din hatibûn rizgarkirin
Li aliyê din, 33 ciwanên din ên Kurd ku 8ê vê mehê li Lîbyayê hatibûn girtin, hatibûn rizgarkirin û vegeriyabûn Herêma Kurdistanê.
Akam Ehmed yek ji wan ciwanan e ku vegeriyaye Herêma Kurdistanê û ji Rûdawê re anî ziman:
"Rewşa me gelekî xirab bû, xwarina me pir kêm bû.
Sê ciwanên din hîn li Lîbyayê ne lê ji me re hat gotin ku Balyozxaneya Îraqê dê wan di nava 2-3 rojan de vegerîne."
Ew 33 ciwanên ku temenê wan di navbera 16 û 27 salî de bû, bi hêviya gihîştina Îtalyayê ji bo her kesekî li ser dayîna 19 hezar dolarî bi qaçaxçiyên mirovan re li hev kiribû lê xewnên wan li Lîbyayê nîvco man û wan mehek di girtîgehê de di nava tirsê de derbas kir.
Hat ragihandin ku ew ciwanên hatine rizgarkirin jî ji Îdareya Serbixwe ya Raperînê ne.
“Pêwendiyên me yên bi rêxistinên navneteweyî re didomin”
Birêvebirê Koçê û Kontrola Qeyranan ê Raperînê Osman Mistefa li ser mijarê ji Rûdawê re got:
"Me xwest ku rêxistinên navneteweyî bi taybetî li ser Îdareya Raperînê bixebitin.
Navenda Hevbeş a Koordînasyona Qeyranan û Wezareta Karên Navxwe ji bo dîtina çareseriyeke bingehîn a ji bo pirsgirêka koçberiyê, bi rêxistinên navneteweyî re di pêwendiyeke berdewam de ne."



