Hewlêr (Rûdaw) - Dadwerekî federal ê Amerîkayê doh (17ê Îlonê) 60 sal cezayê zindanê li birêvebirê berê yê Girtîgeha Navendî ya Şamê (Edra) Semîr Osman Şêx birî.
Bi tohmeta şkenceya li girtiyan û sextekariya di belgeyên koçberiyê de doz lê hatibû vekirin.
Semîr Osman Şêx kî ye?
Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê ya Amerîkayê, Semîr Osman Şêxê 74 salî yê ku ji sala 2020î û vir ve li Amerîkayê dijî di navbera salên 2005 û 2008an de birêvebirê Girtîgeha Edrayê ya navdar a li Şamê bû.
Li wê girtîgehê hinek girtî rastî şkence û miameleyên hovane hatibûn.
Desteya dadweran, Adara 2026an Semîr Osman bi tohmetên “hevkarî ji bo şkencekirinê, sê dozên şkenceya rasterast, sextekarî di wergirtina vîzeyê de û sextekarî ji bo wergirtina welatîbûna Amerîkayê piştî veşartina dîroka karê xwe yê di saziyên ewlehiyê yên rejîma berê ya Sûriyeyê de” tawanbar kiribû.
Sê girtiyên berê şahidî kir
Di dema dadgehkirinê de sê girtiyên berê yên Girtîgeha Edrayê şahidî kir û derbarê şkence û êşa ku li girtîgehê dîtibûn, agahî dan dadgehê.
Şahid her wiha derbarê binpêkirinên ku li dijî girtiyên din hatibûn kirin jî axivîn.
“Amerîka nabe stargeha tawanbaran”
Alîkarê Dozgerê Giştî yê Amerîkayê Tyson Duva piştî biryara dadgehê got ku cezayê li ser Semîr Osman Şêx “encama wêrekî û mêrxasiya qurbaniyan e.”
Duva di daxuyaniya xwe de amaje bi siyaseta Amerîkayê kir û got ku kesên ku mafên mirovan bin pê dikin û paşê tên Amerîkayê, li vir nikarin xwe veşêrin û wiha got:
“Peyama me gelekî zelal e: Kesên ku mafên mirovan bin pê dikin û tên Amerîkayê, li vir stargeheke aram nabînin. Em dê wan bibînin, dadgeh bikin û ji ber tawanên wan ên hovane ceza bikin.”
Piştî ku Beşar Esed di dawiya sala 2024an de ji desthilatê hat dûrxistin û rejîma wî rûxiya, bi hezaran welatiyên Sûriyeyê ji bo lêgerîna çarenivîsa xizmên xwe yên winda berê xwe da girtîgehên rejîmê.
Girtîgeha Edrayê jî yek ji wan navendên navdar e ku malbat piştî rûxîna rejîmê li pey çarenivîsa xizmên xwe geriyan.
Biryara 60 sal zindanê ya li ser Semîr Osman Şêx di vê pêvajoyê de hat dayîn.



