Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xeyber Paxtunxwayê ya li bakurrojavayê Pakistanê, di dema nimêja înê de li mizgeftekê teqînek çêbû û li gorî agahiyên destpêkê 17 kes mirine û zêdetirî 50 kesî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya kanala Geo Newsê, teqîn di mizgefteke li nava avahiya Birêvebiriya Ewlehiyê ya li navçeya Kohatê ya parêzgeha Xeyber Paxtunxwayê de çêbûye.
Serbijîşkê Nexweşxaneya Navendî ya Navçeya Kohatê Tahir Elî Şah da zanîn ku li gorî tesbîtên pêşî, di teqînê de 17 kes mirine û zêdetirî 50 birîndaran jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Dîwarê mizgeftê herifî
Rayedarên ewlehiyê ragihand ku teqîna tund di dema nimêja înê de pêk hatiye.
Ji ber teqînê li derveyî mizgeftê kortek çêbûye, zerereke mezin gihaye beşa derve ya mizgeftê û dîwarekî wê jî herifiye.
Rewşa lezgîn hat ragihandin
Piştî bûyerê, rêya Kohat-Hanguyê ya ku teqîn li ser çêbûye hat girtin.
Li Nexweşxaneya Navendî ya Navçeya Kohatê jî rewşa lezgîn hat ragihandin.
Hat gotin ku hêzên ewlehiyê çûne herêmê hatine û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.


