Hewlêr (Rûdaw) - Serokê “Partiya Reconquete”yê ya
rastgir û tundrew a Fransayê Eric Zemmour ragihand ku ew ji bo hilbijartinên
serokkomariyê yên Fransayê dibe namzed.
Zemmour bû mêvanê kanala BFMTVyê û got ku ew ne
"siyasetmedarekî profesyonel" e.
Zemmour li ser pirsa “Gelo tu dê tevlî hilbijartinan bibî
yan na?” got, “Ez ji bo hilbijartinên serokkomariyê namzed im.”
“Li şûna koçberan bila robot bixebitin”
Zemmour li ser robotên mirovkî got:
“Em dê bibin şahidê şoreşeke teknolojîk ku niha li Amerîka,
Çîn û Japonyayê tê dîtin.”
Zemmour xwest ku li Fransayê li şûna koçberan robot di warê
lênêrîna nexweş û kal û pîran de bixebitin û bang kir ku di dema herî zût de
veberhênan li teknolojiya robotên mirovkî were kirin.
Daxwaza dersînorkirina biyaniyan
Zemmour xwest hemû biyaniyên ku ji salekê zêdetir bê kar
mane ji Fransayê bên dersînorkirin û anî zimên:
“(Li Fransayê) Dagirkeriyek heye ku vediguhere mêtinkariyê.”
Zemmour diyar kir ku ew dixwaze li cihên giştî laçik û kîpa
(kumikê ku zilamên Cihû didin serê xwe) qedexe bin û got, “Bi navekî Misilmanan
ne pêkan e mirov bibe Fransiz.”
Encamên hilbijartinên 2022yan
Zemmour bi dijberiya xwe ya li hemberî Îslam û koçberan û bi
ramana xwe ya neteweperweriyê tê naskirin û ew cara yekem sala 2022yan ji bo
serokkomariyê bûbû namzed.
Wê demê di rapirsiyan de dengên Zemmour zû zêde bûn û di
gera yekem a hilbijartinên 2022yan de bi nêzîkî ji sedî 7ê dengan di rêza 4an
de cih girt.
Li Fransayê gera yekem a hilbijartinên serokkomariyê dê 18ê
Nîsana 2027an û gera duyem jî dê 2yê Gulana 2027an bê lidarxistin.


