Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Pakistanê ragihand ku di navbera 15 û 17ê Îlonê de li parêzgeha Xeyber Paxtunxwayê ya li bakurrojavayê welêt, di çend pevçûnên ji hev cuda de 6 leşkerên Pakistanê û 10 çekdar hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Daîreya Pêwendiyên Giştî ya Navxizmetguzariyê ya Artêşa Pakistanê (ISPR), pêncşemê li ser rêya karwanekî hêzên ewlehiyê mayînek teqiyaye û di vê teqînê de 6 leşker mirine.
Hêzên ewlehiyê piştî wergirtina agahiyên sîxuriyê yên li ser hebûna çekdaran, li navçeya Wezîristana Bakur dest bi operasyonekê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî şerekî dijwar, hêzên artêşê 6 çekdar kuştine.
Her wiha li navçeya Hanguyê jî di pevçûneke din de 4 çekdarên din hatine kuştin.
Artêşê da zanîn ku wan dest daniye ser çek û cebilxaneyên çekdaran û wan çekdaran berê li herêmê gelek êriş pêk anîne.
ISPRê ragihand ku ji bo dîtina çekdarên mayî, li wan herêman operasyon berdewam dikin.
Artêşa Pakistanê diyar kir ku ew dê têkoşîna xwe ya li dijî “çekdarên ku piştgiriya derve werdigirin” bidomîne.
Salên dawî li Pakistanê şer û pevçûn zêde bûne, bi taybetî li parêzgeha Xeyber Paxtunxwayê û parêzgeha Belûçistanê ya li başûrrojavayê welêt êrişên çekdaran zêdetir bûne.


