Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin çû Kabula paytexta Efxanistanê û bajarê Qendeharê.
Li gorî agahiyên ku AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê wergirtine, Îbrahîm Kalin di çarçoveya serdana xwe ya Kabulê de bi hevtayê xwe Serokê Birêvebiriya Giştî ya Îstixbaratê (GDI) Ebdulheq Wasiq re civiya.
Kalin bi Alîkarê Serokwezîr ê Berpirsê Aboriyê yê Efxanistanê Mela Ebdulxenî Birader, Wezîrê Parastinê Mewlewî Mihemed Yaqûb Mucahid û Wezîrê Karên Navxwe Sîracedîn Heqanî re jî hevdîtin kirin.
Di hevdîtinan de, "gavên ku dikarin ji bo kûrkirina hevkariya di warê ewlehî û îstixbaratê de ya di navbera Tirkiye û Efxanistanê de bên avêtin" hatin nirxandin û li ser pêwendiyên dualî gotûbêj hatin kirin.
Li aliyê din, di hevdîtinan de "Şerê Amerîka/Îsraîl û Îranê di serî de pêşhatên herêmî û cîhanî" hatin nirxandin.
Her wiha qala "têkoşîna li dijî terorê, qaçaxçîtiya mirovan û bazirganiya madeyên hişbir" jî hat kirin.



