New York (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ragihand ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer gelekî pêbendî peymana li gel Kurdan e.
Antonio Guterres çarşemê li Neteweyên Yekbûyî bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdula da û li ser civînên xwe yên bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re zanyariyên nû dan.
Guterres diyar kir ku Ehmed Şer di hemû peywendiyan de "gotinên rast" anîne zimên û Sûriye bi giştî ber bi arasteyeke rast ve gavan diavêje.
"Ehmed Şer pêbendî peymana bi Kurdan re ye"
Guterres li ser hevdîtinên xwe yên li gel Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer got:
"Divê ez bibêjim ku Serokkomarê Sûriyeyê di hemû peywendiyên xwe yên bi min re, li ser hemû aliyên cuda yên pêwendîdar ên bi Sûriyeyê ve gotinên rast gotine.
Bi taybetî jî ew gelekî pêbendî wê peymanê ye ku bi serkirdayetiya civaka Kurd re hatiye kirin."
Sekreterê Giştî yê NYyê her wiha amaje bi wê yekê kir ku komîte ber bi arasteyeke rast ve diçe û di heman demê de pirsgirêkên mezin ên Sûriyeyê jî hene.
Guterres bal kişand ser rewşa zehmet a vî welatî û got, "Sûriye ji rewşeke şer û ji serkirdayetiyeke demdirêj tê.
Ji ber vê jî di vê demê de ne pêkan e ku welatekî bêkêmasî hebe lê baweriya min a kûr ew e ku divê em hemû ji bo piştgirîkirina Sûriyeyê hewl bidin. Sûriye bi giştî ber bi aliyekî rast ve diçe."
Pergala perwerdeyê û zimanê dayîkê
Guterres destnîşan kir ku her tişt temam nîne lê bipêşketinên giştî erênî ne û derbarê daxwaza Kurdan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê û pergala perwerdeyê de got:
"Ez hêvîdar im ku pirsên pergala perwerdeyê li navxweya Sûriyeyê werin gotûbêjkirin û çareseriyeke guncav bê dîtin ku berjewendiyên xelkê li ber çavan bigire."
Rûdaw: Gelekî spas birêz Sekreterê Giştî. Ez Namo Ebdula me ji Tora Medyayî ya Rûdawê. Pirsa min li ser Sûriyeyê ye. Hûn vê dawiyê li Sûriyeyê bûn û ez bawer im herî kêm du caran bi serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyan. Tenê dixwazim bizanim, gelo we tiştek jê bihîst ku we ji bo paşeroja Sûriyeyê bi hêvî bike? Her wiha bi taybetî helwesta we çi ye li ser perwerdeya bi zimanê dayîkê ku Kurd li Sûriyeyê daxwaz dikin? Gelo ev pirsek e ku hûn pê re qal bikin? Kurd dixwazin bikaribin bi zimanê Kurdî bixwînin.
Antonio Guterres: Baş e, divê ez bibêjim ku Serokkomarê Sûriyeyê di hemû peywendiyên xwe yên li gel min de, li ser hemû aliyên cuda yên girêdayî Sûriyeyê, hemû gotinên rast gotine. Bi taybetî jî ew gelekî pêbendî wê peymanê ye ku bi serkirdayetiya civaka Kurd re hatiye kirin.
Komîteya ku ber bi arasteyeke rast ve diçe û ez bawer im pirsgirêkên gelekî mezin ên Sûriyeyê hene. Mebesta min ew e, ji rewşeke şer û ji serkirdayetiyeke demdirêj tê, lewma di vê demê de ne pêkan e ku welatekî bêkêmasî hebe lê baweriya min a kûr ew e ku divê em hemû ji bo piştgirîkirina Sûriyeyê hewl bidin û Sûriye bi giştî ber bi aliyekî rast ve diçe.
Her tişt temam nîne lê bi giştî ber bi aliyekî rast ve diçe. Hêvîdar im pirsên pergala perwerdeyê li navxweya Sûriyeyê werin gotûbêjkirin û çareseriyeke guncav bê dîtin ku berjewendiyên xelkê li ber çavan bigire.



