Hewlêr (Rûdaw) - Li Kanadayê Hêro Muhtediya ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê di nav 100 jinên herî bibandor û serkerftî de cih girt.
Şirketa WXN Medyayê li Kanadayê karê medyayî dike.
Ew girîngiyê dide rola jinan a di birêvebirina rêxistin û dezgehan de.
Wê şirketê 100 jin wekî jinên herî bibandor û serkeftî yên li Kanadayê diyar kirine.
Hêro Muhtediya 53 salî ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.
Ew li Kanadayê alîkara birêvebirê şirketa herî mezin a xaniyan e û ev 23 sal in ew vî karî dike.
Hêro wekî yek ji wan 100 jinên herî bibandor hên Kanadayê hatiye diyarkirin.
"Ev xelat ji bo min ji destkeftekê gelekî mezintir e"
Hêro Muhtediyê li ser vê mijarê ji Rûdawê re got:
"Ev xelat ji bo min ji destkefteke gelekî mezintir e. Ev yek nîşan dide ka mirov dikare çi bike.
Derfet tê dayîn da ku jin û bi taybetî jinên wan civakan tevlî karên serkirdayetiyê bibin ku di dîrokê de derfeta beşdarbûnê kêm dîtine.
Wekî jineke Kurd, ji bo min wateyeke vî nasnavî ya gelekî taybet heye. Dîrokeke dirêj a hêz, xweragirî û serkirdayetiya jina Kurd di rewşên dijwar de heye.
Hilbijartina min a wekî yek ji 100 jinên herî bihêz ên Kanadayê, derfetek e da ku deng û çîroka jina Kurd û civaka me zêdetir were dîtin."
Peyamek ji bo jinan
Hêro Muhtediyê hinek şîret li jinên Kurd kirin û got, "Ez hêvîdar im ku ev nasnav ji bo jinên ciwan û di nav wan de ji bo jinên Kurd jî bibe peyamek.
Da ku ew zanibin pêwîst nake di navbera rabirduya xwe û armancên xwe de yekê hilbijêrin.
Nasnameya wan, tecrubeya wan û heta ew astengiyên ku hatine pêşiya wan jî dikarin bibin beşek ji hêz û enerjiya wan a ji bo serkirdayetiyê."
"Ev xelat rûmeteke mezin e"
Hêro Muhtediyê da zanîn ku ew xelat ji bo wê rûmeteke mezin e û wiha domand:
“Lê di heman demê de berpirsyariyek e jî da ku ez ji bo vekirina deriyên li pêşiya jinan û parastina mafên wan bixebitim.
Her wiha da ku ez civaka xwe bi serbilindî temsîl bikim. Ez dê dengê xwe bi kar bînim da ku ji bo kesên din jî cîh û derfetan peyda bikim."
Zêdetirî 20 salan e didome
Ev bername zêdetirî 20 salan e didome.
Heta niha zêdetirî hezar û 800 jin di warên kargêrî, kar û bar, teknolojî û qadên pîşeyî yên din de hatine hilbijartin.
Ev yek di çarçoveya vê bernameyê de tê kirin.
Hilbijartina xelatan jî ji aliyê komîteyeke serbixwe ve tê kirin.
.webp&w=3840&q=75)


