Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî got ku dê piştî 30ê Îlonê erkê Hevpeymaniya Navneteweyî bi dawî bibe û piştî wê jî dê Hikûmeta Îraqê dosyeya "çekan a di destê dewletê de" temam bike.
Heyder Ebûdî destnîşan kir ku Îraq rijd e ku pêwendiyên xwe yên ji warê ewlehiyê derbasî warê aboriyê bike.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî li Berlînê bû mêhvanê Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê.
Heyder Ebûdî di hevpeyvînê de behsa serdana Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî ya ji bo Fransa û Almanyayê kir.
Ebûdî got, "Pêşwaziya germ, peyman û lihevtêgihiştin nîşana hevbeşiyeke girîng a di navbera Îraq û her du welatan de ne."
Li gorî gotina Heyder Ebûdî, Serokwezîrê Îraqê şirketên Almanyayê vexwendine ku li Îraqê veberhênanê bikin.
Wî diyar kir ku ew rijd in jîngeheke aram ji bo hevbeşiya aborî ya rasteqîn dabîn bikin.
Ev yek jî beşek ji plana hikûmetê ya ji bo xêzkirina nasnameya aborî ya Îraqê ye ku çavkaniya xwe ji veberhênanê digire.
Helwesta li ser mayîna hêzên biyanî
Heyder Ebûdî derbarê mayîna hêzên biyanî yên li Îraqê got ku berê ji bo mayîna hêzan pêşniyar ji Serokwezîr re hatine kirin lê wî lêborîna xwe xwestiye.
Ev helwest jî wekî pêbendbûna bi prensîba serweriya dewleta Îraqê hatiye nirxandin.
Wî her wiha anî zimên ku hikûmet rijd e da ku pêwendiyên xwe yên bi welatên hevpeyman re ji hevahengiya ewlehiyê derbasî warê aborî û veberhênana demdirêj bike.
"Çek dê tenê di destê dewletê de bin"
Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz li ser bêçekkirina komên çekdar daxuyaniyek dabû.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê li ser pirseke derbarê wê daxuyaniyê de ev tişt anîn zimên:
"Mana çekan a di destê dewletê de biryareke Îraqî ye û bi serweriya dewletê ve girêdayî ye. Piştî 30ê Îlonê, hikûmeta Îraqê dê dosyeya hiştina çekan a di destê dewletê de biqedîne."
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Berdevkê Hikûmeta Îraqê Heyder Ebûdî re wiha ye:
Rûdaw: Îro Almanyayê pêşwaziyeke germ li Serokwezîrê Îraqê kir û wî bi Serokwezîrê Almanyayê re civînek kir. Em dixwazin bizanibin nirxê giştî yê wan peymanên ku li Parîs û Almanyayê hatine îmzekirin çi qas e? Ew peymanên ku hatin îmzekirin çi qasî girîng in?
Heyder Ebûdî: Ez careke din gelekî spasiya we dikim. Tevî çarçoveya pêwendiyên dîrokî yên Îraqê yên bi Parîs û Berlînê re, vê carê pêşwaziya germ, peyman û lihevtêgihiştinan hevbeşiyeke girîng di navbera Îraq, Komara Fransayê û Komara Federal a Almanyayê de derxist holê.
Îro li Berlînê hevahengî û lihevtêgihiştinên di navbera Birêz Serokwezîr û serokwezîrê Almanyayê de deriyekî erênî ji bo hevbeşî û veberhênana di hemû waran de vekir. Di rastiyê de aboriya îro pêwîstiya wê bi hevbeşiyên bi vî rengî heye.
Beriya demekê li Berlînê civîneke girîng a di navbera Birêz Serokwezîr û nûnerên şirketên Almanyayê û veberhêneran de li Mala Aboriyê ya Almanyayê bi dawî bû.
Birêz Serokwezîr daxwazeke girîng kir daku van şirketan bikişîne û jîngeheke aram ji bo veberhênan û hevbeşiya aborî ya rasteqîn dabîn bike. Ev jî bi rêya hevahengî û danîna rêyeke nû ji bo vê hevbeşiyê pêk tê. Hikûmeta Îraqê bi jinûvexêzkirina nasnameya aborî ya Îraqê ku ji veberhênanê serçav digire, warên aboriyê yên Îraqê xurttir dike.
Rûdaw: Ma Îraqê daxwaz ji Almanyayê kir ku hêzên wê li Îraqê bimînin?
Heyder Ebûdî: Di rastiyê de berê pêşniyarên bi vî rengî pêşkêşî Birêz Serokwezîr hatibûn kirin lê wî ji ber bicînekirina van pêşniyaran lêborîna xwe xwest. Ev jî wekî pêbendbûna bi prensîba serweriya dewleta Îraqê û wî maweyî ye ku dewleta Îraqê wekî 30ê Îlonê destnîşan kiriye.
Îraq û Hikûmeta Îraqê rijd in daku pêwendiyên navbera Îraq û welatên dost ên ku di bin sîwana Hevpeymaniya Navneteweyî de bûn, ji hevahengiya ewlehiyê derbasî warê aborî û veberhênana demdirêj bikin.
Rûdaw: Serokwezîrê Almanyayê behsa wê yekê kir ku gava yekem bêçekkirina komên çekdar e. Dê Hikûmeta Îraqê çi rêkaran bigire ber xwe?
Heyder Ebûdî: Ya yekem, mana çekan a di destê dewletê de biryareke Îraqî ye, bi serweriya dewletê ve girêdayî ye û çavkaniya xwe ji prensîbên me yên destûrî digire. Piştî 30ê Îlonê ku dema bidawîhatina erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ye, Hikûmeta Îraqê dê dosyeya 'çek tenê di destê dewletê de bin' biqedîne.
Piştî wê, dewlet û saziyên me yên destûrî yên ku li gorî qanûnê desthilatdar in amûrên hêzê bi kar bînin, dê hevsarê serweriyê bigirin destê xwe. Ew dê hûrgiliyên qada ewlehiyê di çarçoveya berpirsyariya xwe ya qanûnî de kontrol bikin.
Rûdaw: Neyeta Serokwezîrê Îraqê heye ku di ser Sûriyeyê re petrolê hinarde bike. Em dixwazin bizanibin dê Herêma Kurdistanê çi qasî beşdar bibe û ev yek çi qasî girîng e?
Heyder Ebûdî: Eger mebesta we hinardekirina petrola Îraqê û wan projeyên çaverêkirî be ku Birêz Serokwezîr behsa wan kir da ku ber bi Sûriye û Tirkiyeyê ve biçin, wê demê bê guman ev dê di cografyaya Îraqê re derbas bibe.
Li gorî nexşeyeke hûr, dê hemû Îraqî bi rêya zêdekirina hinartina dewleta Îraqê jê sûdê bistînin. Di rastiyê de vîzyoneke Hikûmeta Îraqê heye da ku heta 2030î berhema Îraqê bigihêje rojane 10 milyon bermîlan.

