Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî ragihand ku welatê wî hewl dide deriyên hinartina petrolê zêde bike da ku mehkûmî yek deriyî nebe.
Zeydî eşkere kir, fikrek heye ku bi rêya projeya "Rêya Bipêşketinê" boriya veguhastina petrolê ber bi Almanyayê ve were çêkirin.
Zeydî her wiha tekez kir ku Herêma Kurdistanê beşeke serekî ya dewletê ye û dê para wê ya destûrî hebe.
"Em berpirsyarên 50 milyon kesî ne"
Elî Falih Zeydî diyar kir ku ew li pey alternatîvan in û got, "Nabe ku Îraq bibe dîlê yek deriyê hinartinê.
Îro berpirsyariya nêzîkî 50 milyon kesan li ser milê me ye. Ji ber wê yekê me çavkaniyên xwe zêde kirin, dê beşek ji bo Tirkiyeyê û beşek jî ji bo Sûriyeyê be."
Zeydî da zanîn ku ew dê petrolê bi bihayê bazarê bifiroşin welatên Ewropa û Amerîkayê.
Boriya petrolê ya Almanyayê
Serokwezîrê Îraqê behsa serdana xwe ya van du rojan kir û eşkere kir ku ew bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz re axiviye.
Zeydî derbarê hinartina petrolê ya ber bi Almanyayê ve, amaje pê kir ku fikrek heye da ku di projeya "Rêya Bipêşketinê" re xeteke boriya petrolê ber bi Almanyayê ve were çêkirin.
Li gorî gotina Zeydî, di dema krîzan de ev yek dê ji bo her du aliyan bibe rêyeke gelekî parastîtir.
Mafê Herêma Kurdistanê
Serokwezîrê Îraqê li ser Herêma Kurdistanê jî axivî û got:
"Herêma Kurdistanê beşeke serekî ya bedena dewletê ye. Dê mafê wê yê destûrî hebe wekî ku di destûr û qanûnan de hatiye diyarkirin."
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî li Berlînê bi Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz re civiya.
Piştî hevîdtinê Elî Zeydî û Friedrich Merz civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Elî Falih Zeydî bersiva pirsa Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê da.
Rûdaw: Pirsa min ji bo Cenabê Serokwezîrê Îraqê ye. Cenabê Serokwezîr, we behs kir ku hûn bi israr in ku rojane milyonek bermîl petrol di ser Sûriyeyê re hinarde bikin. Ew petrol ber bi kû ve diçe? Gelo şiyana we heye ku hûn wê qebareyê zêde bikin? Ez dixwazim bizanibim gelo di vê derbarê de ti peymana Almanyayê bi we re heye? Her wiha ez dixwazim bizanibim gelo dê para Herêma Kurdistanê tê de hebe?
Elî Zeydî: Em dixwazin çavkaniyên hinartina petrola xwe berfireh û zêde bikin. Nabe ku Îraq bibe dîlê yek deriyê hinartinê, wekî ku niha wisa ye. Pêwîstiya Îraqê bi helwesteke serweriyê heye. Îro emaneta nêzîkî 50 milyon kesan li ser milê me ye. Dibe ku ev rewşa em niha dibînin di paşerojê de jî ducare bibe. Dibe sibe ducare bibe yan di paşerojê de careke din rû bide. Ji ber wê yekê me çavkaniyên xwe zêde kirin, beşek ji bo Tirkiyeyê ye û beşek ji bo Sûriyeyê ye. Dibe ku em qebareya wê ya di ser Deryaya Spî re du qat bikin.
Em bi giştî wê petrolê difiroşin rojava, Ewropa û Amerîkayê. Doh me bi Serokkomar Macron re qise kir û îro jî li gel Birêz Serokwezîrê Almanyayê. Petrol dê bi bihayê bazarê bê firotin. Fikrek heye ku di navbera Îraq û Almanyayê de di ser Rêya Bipêşketinê re boriya veguhastina petrolê were çêkirin. Ev yek dê ji bo gel û hikûmeta Almanyayê gelekî parastîtir be, çimkî Xwedê neke çi rû bide jî, wekî serhildana petayekê an her mijareke din, ew borî ranaweste.
Derbarê pirsa te ya li ser rewşa Herêma Kurdistanê de; Herêma Kurdistanê beşeke serekî ya bedena dewletê ye û wekî ku di destûr û qanûnan de hatiye diyarkirin maf û para wê heye.



