Moskow (Rûdaw) - Bangeşeya hilbijartinên Rûsyayê yên ku dê di navbera 18 û 20ê Îlonê de bên lidarxistin, nêzîkî dawiyê dibe.
Her çend atmosfera giştî aram xuya dike lê pispor diyar dikin ku rewşeke aloz heye.
Daxwazên sereke yên dengderan aramiya siyasî û başbûna rewşa civakî ne.
Li gorî rapirsiyan, tê pêşbînîkirin ku partiya desthilatê Rûsyaya Yekgirtî bi rêjeyeke bilind bi ser bikeve.
Di heman demê de, pispor balê dikişînin ser hewldanên destwerdana derve ya di hilbijartinan de.
Bandora destwerdana derve
Pisporên siyasî û lêkolînerên raya giştî encamên rapirsiyên dawî dinirxînin û pêşbîniyên xwe tînin zimên.
Mamosteyê Zanîngeha Pêwendiyên Navneteweyî Vladîmîr Şapavalov li ser destwerdana derve ya di dema bangeşeyê de ji Rûdawê re axivî û got:
“Em di dema bangeşeyê de destwerdaneke bêteşe ya ji derve dibînin. Lê bersiva civaka Rûsyayê jî li ber çavan e. Ew bersiv jî xurtkirina yekîtiya civakê û xurtkirina piştgiriya ji bo siyaseta serokê dewletl û desthilata Rûsyayê ye.”
Vladîmîr Şapavalov diyar kir ku ev yek dê bandorê li beşdariya dengdanê bike û got:
“Ew kesên ku di rewşeke aram de nedihatin ser sindoqan, dê niha ji bo piştgirîdana Rûsyayê werin.”
Daxwaza sereke ya xelkê
Bi biryara Dadgeha Bilind, lîsteya federal a partiya Yablokoyê ji hilbijartinên Dumayê hat dûrxistin.
Piştî vê biryarê entrîkayên hilbijartinên federal çilmisîn û hevrikî kêm bû.
Çavdêr destnîşan dikin ku hêvî û daxwaza sereke ya dengderan aramiya siyasî û baştirbûna rewşa civakî ye.
Serokê Beşa Lêkolînên Siyasî ya Navenda Lêkolînên Raya Giştî ya Rûsyayê Mixayîl Mamonov jî ev yek pejirand û got:
“Di nav civakê de daxwazek heye ku Operasyona Taybet a Leşkerî di demeke nêzîk de bi serfiraziya Rûsyayê bi dawî bibe.
Xala duyemîn jî ew e ka dê dewlet ji bo baştirkirina rewşa civakî kîjan berpirsyariyê hilgire ser milê xwe.”
Mamonov her wiha destnîşan kir ku xelk dixwaze zanibe dê dewlet çawa piştgiriyê bide çînên cuda yên civakê û arasteya pêşketina civakî çawa diyar bike.
Rêjeya dengên partiyan
Li gorî pêşbîniyên dawî rêjeya dengên partiyan wiha ye:
· Rûsyaya Yekgirtî bi nêzîkî ji sedî 50yî li pêş e.
· Partiya Komunîst a Federasyona Rûsyayê bi ji sedî 15an di rêza duyemîn de ye.
· Hevrikiya ji bo rêza sêyemîn di navbera "Mirovên Nû" û Partiya Lîberal Demokrat de ye. Rêjeya dengên wan di navbera ji sedî 9 û ji sedî 12an de ye.
· Rûsyaya Dadperwer jî bi nêzîkî ji sedî 5an li ser sînorê bendê ye.



