New York (Rûdaw) - Li gorî raporeke nû ya Neteweyên Yekbûyî, koçber salane nêzîkî 730 milyar dolarî ji kes û karên xwe re dişînin û debara zêdetirî 1,1 milyar kesan dikin.
Rapora Neteweyên Yekbûyî destnîşan dike ku bandora wî pereyê ku koçber dişînin, ji yê alîkariyên navneteweyî û rêxistinên xêrxwaziyê zêdetir e.
Neteweyên Yekbûyî raporeke berfireh belav kir.
Rapor li ser wan 220 milyon koçberan e ku salane alîkariya zêdetirî milyarek kesî dikin da ku bijîn.
Pereyên ku têne şandin du qatan zêde bûne
Birêvebirê Fona Bipêşxistina Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî Pedro de Vasconcelos li ser vê yekê axivî û got:
"Nêzîkî 220 milyon koçber û endamên diyasporayê pereyan ji bo malên xwe dişînin. Ew li welatên kêmdahat û navîn piştgiriya zêdetirî 1,1 milyar kesî dikin.
Koçberan li seranserê cîhanê nêzîkî 729 milyar dolar ji malbatên xwe re şandine."
Li gorî raporê, wî pereyê ku koçber ji kes û karên xwe re dişînin li gorî 10 sal berê du qatan zêde bûye.
Ev pere ji wî pereyê ku hemû rêxistinên xêrxwaziyê yên cîhanê pêk ve dabîn dikin zêdetir e.
Wekî mînak, sala 2022yan hemû alîkariyên bipêşxistinê yên fermî 204 milyar dolar bûn.
Ev jî ji çaryeka wî pereyê ku koçberan şandiye kêmtir e.
"Divê koçkirin bibe vebijêrkek"
Pedro de Vasconcelos bersiv da pirseke Rûdawê.
Rûdawê ji wî pirsîbû, "Gelek kes li welatên ku berê wan li bipêşketinê, koçkirinê wekî 'koça mejiyan' bi nav dikin. Çimkî endezyar, bijîşk û xelkê wan ê zana diçin. Gelo rapora we nîşan dide ku mijar ne ew qasî hêsan e û ew welat ji koça xelkê xwe sûdê jî dibînin?"
Vasconcelos li ser vê pirsa wiha bersiv da:
"Em ji bo kêmkirina tiştên ku dibin sedemên koçberkirina xelkê hewl didin.
Wekî mînak, em li wê yekê dinêrin ka derfetên wekî şandina pereyan, deyn, teserûf û hilberîn dikarin koçkirinê bikin vebijêrkek."
Pereyê ji Îraqê hatiye şandin kêm bûye
Li gorî raporê ew pereyê ku ji derve ji Îraqê re hatiye şandin kêm bûye.
Ev pere sala 2022yan li gorî 10 sal berê ji sedî 29 kêm bûye.
Rapor li ser hinek welatên din jî agahiyan dide û li gorî raporê ew pereyê koçber dişînin, ji nîvê hemû aboriya welatê wan zêdetir e.
Wekî mînak li Tacikistanê, ev pere bi qasî ji sedî 51ê hemû hilberîna navxweyî ya wî welatî ye.
Li Sûdanê krîza birçîbûnê
Her heman rojê, berpirsekî bilind ê Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) agahiyên dawî yên li ser rewşa mirovî ya Sûdanê eşkere kirin û got:
"Sûdan hîn jî di nava krîza birçîbûn û koçberiyê ya herî mezin a cîhanê de ye. 20 milyon kes rû bi rûyî birçîbûneke giran bûne."
Welatên wekî Sûdanê, ji ber şer û bêaramiyê wekî "gelekî nazik" hatine dabeşkirin.
Li van welatan nêzîkî sêyeka hemû wî pereyê ku ji derve ji bo bipêşxistinê tê, bi destê koçberan tê dabînkirin.


