Virginia (Rûdaw) - Hilbijartinên navdemî yên Kongreya Amerîkayê 3yê Çiriya Paşîn tên kirin.
Ev hilbijartin wekî şerekî siyasî yê girîng di navbera Demokrat û Komariyan de tê dîtin.
Li Virginiayê, civaka Kurdên Amerîkayê bi awayekî çalak piştgiriyê dide Endamê Kongreyê yê Partiya Demokrat James Walkinshaw.
James Walkinshaw wekî dostekî Kurdan tê naskirin û piştgiriya xwe ji bo doza Kurdan û nirxên hevbeş ên wekî demokrasî û mafên mirovan nîşan dide.
Mijara herî girîng doza Kurdan e
Kurdên li Amerîkayê, li şûna ku tenê li ser mijarên navxweyî rawestin, girîngiyeke zêdetir didin piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Kurdistanê.
Ji ber vê yekê ew piştgiriya wan namzedan dikin ku dost û hevpeymanên doza wan in.
Endamên Kongreyê bi taybetî jî endamên Meclisa Nûneran, derî bi derî li pey dengan digerin û diçin nav xelkê û tevlî civînan dibin.
Endamê Kongreyê yê Demokrat James Walkinshaw li navçeya Fairfaxê ya Virginiayê bûye namzed.
Li vê navçeyê gelek malbatên Kurd dijîn.
"Ev derfeteke guncav e"
James Walkinshaw li ser beşdariya Kurdan a di hilbijartinan de axivî û got:
"Bi rastî em li vir li navçeya Fairfaxê gelekî bextewer in ku civakeke me ya Kurdên Amerîkayê ya çalak, bipêşketî û serkeftî heye.
Ez dixwazim hemû wan kesan teşwîq bikim ku welatî ne û mafê wan ê dengdanê heye, da ku biçin ser sindoqên dengdanê.
Bila ew mafê xwe yê destûrî yê dengdanê di hilbijartinên destpêkî yên pêşiya me de bi kar bînin.
Ev derfeteke guncav e da ku nêrîna xwe ya li ser paşeroja civaka me ya li vir li Fairfaxê û her wiha li ser asta welêt jî diyar bikin."
"Erkê me peydakirina dostan e"
Kurd jî di civîneke komkirina alîkariya darayî ya ji bo Walkinshaw de amade bûn.
Ew hatibûn da ku piştgiriyê bidin wî endamê Kongreyê yê ser bi Partiya Demokrat ve ku serkeftina wî misoger e.
Kesayetê Kurd ê li Virginiayê Hîkmet Bamernî li ser vê hevkariyê axivî û got:
"Karê me yê sereke wekî Kurd ew e ku em dostan ji bo Kurdan peyda bikin.
Ev endamê kongreyê yê berê alîkarê Gerry Connolly bû ku ew jî dostekî qedîm ê Kurdistanê bû û gelek caran piştgiriya me kiriye.
Ji ber wê em ji bo peydakirina dostan ji bo Kurdan hewlên xwe didomînin."
"Kîjan namzed be em piştgiriya wî dikin"
Hîkmet Bamernî da zanîn ku ew wekî Kurd nikarin bibin endamên kongreyê ji ber ku hejmara wan kêm e û wiha domand:
“Lê em dikarin dostan peyda bikin û ev yek erkê me ye. Çi endamên kongreyê be çi jî senator be.
Wekî mînak ev kes li Virginiayê dostekî nêzîk ê Kurdan e û derçûna wî jî misoger e.
Ji ber vê, kîjan namzed piştgiriyê bide Kurdan, çi Komarî be çi jî Demokrat be em dê piştgiriya wî bikin. Ev yek wekî erkekî ye ji bo me."
Têkiliyên Amerîka û Kurdistanê
Dibe ku ji bo hinek xelkên din ên li Amerîkayê, pirsgirêkên navxweyî û jiyana wan a rojane girîngtir bin.
Lê ji bo Kurdên li Amerîkayê, Kurdistan û piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke zêdetir e.
Ji ber vê yekê Kurd zêdetir piştgiriyê didin wan endaman ku eleqeya wan bi Kurdistanê re heye.
Endamê Kongreyê James Walkinshaw jî yek ji wan endamên Kongreyê ye ku piştgiriyê dide doza Kurdan û têkiliya bihêz a Amerîka û Kurdistanê.
"Kurd di dîrokê de hevpeymanên Amerîkayê bûne"
Walkinshaw li ser rewşa Kurdan wiha got, "Gelê Kurd li Îraqê û li hemû cihên din di dîrokê de hevpeymanên Amerîkayê bûne.
Di dîrokê de nirxên me yên hevbeş ên rêzgirtina ji demokrasî, mafên mirovan û azadiyê re hebûn.
Her çend ev ne tiştek be ku Amerîka karibe li ser kesekî ferz bike jî bi baweriya min divê em her tim û li her derê parêzvanên demokrasî, mafên mirovan, mafê çarenivîsê û xwerêvebirinê bin.
Dema ku mafên her kesî û mafên mirovan rastî êrişan tên, divê Amerîka helwesta xwe hebe û dengê xwe bilind bike."
Şerê Demokrat û Komariyan
Hilbijartinên îsal ên Kongreyê dê hilbijartinên girîng bin.
Bi taybetî jî Demokrat dixwazin careke din piraniya her du encûmenan bi dest bixin û dawiyê li desthilata berfireh a Komariyan û Serokê Amerîkayê Donald Trump bînin.
Li beramberî vê yekê jî Komarî û Serokê Amerîkayê Donald Trump hewleke zêde didin ku parastina hejmara kursî û hêza partiya xwe ya di vê hilbijartinê de bikin.
Lê 3yê Çiriya Paşîn dê derkeve holê bê kîjan ji van her du partiyan dikare bigihîje armancên xwe.


