Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Fransayê Remi Fedra got ku divê Fransa ji bo parastina mafên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê û misogerkirina xweseriya herêmê roleke çalaktir bilîze.
Remi Fedra bû mêhvanê Rûdaw TVyê û ziyareta Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ya Parîsê, plana vekişîna Amerîkayê ya ji Îraqê, ewlehiya Herêma Kurdistanê û rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nirxandin.
Fedra diyar kir ku divê bi taybetî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê statuyeke taybet û xweserî ji Kurdan re were naskirin.
Wî destnîşan kir ku divê perwerdeya bi Kurdî were misogerkirin û Kurd karibin ewlehiya xwe bi xwe biparêzin.
“Divê Fransa ji bo Rojavayê Kurdistanê zêdetir gavan biavêje”
Fedra diyar kir ku divê Fransa li ser Rojavayê Kurdistanê polîtîkayeke çalaktir bişopîne got ku divê Parîs piştgiriyê bide birêvebiriya niha ya li Rojavayê Kurdistanê.
Wî di çarçoveya serwerî û ji nû ve avakirina Sûriyeyê de bal kişand ser mafên Kurdan û anî zimên ku divê statuyeke taybet û xweserî ji Kurdan re were dayîn.
Her wiha wî got ku girîng e Kurd karibin ewlehiya xwe bi xwe dabîn bikin.
Fedra destnîşan kir ku divê mafê perwerdeya bi Kurdî were parastin û ew dîplomayên ku li herêmê tên dayîn werin naskirin.
Wî xwest ku Fransa di vê pêvajoyê de zêdetir berpirsyariyê bigire ser xwe û got:
“Ez dixwazim Fransa çawa di gotinê de li cem Kurdan e, di pratîkê de jî wisa li cem Kurdan cih bigire.”
Senatorê Fransayî her wiha xwest ku piştgirî ji pergala perwerdeya Kurdî re were dayîn û got:
“Divê di pêvajoya bipêşxistina pêwendiyan a bi birêvebiriya nû ya Sûriyeyê re û rakirina cezayan de, parastina ziman û perwerdeya Kurdî bibe şert.
Ya herî girîng ew e ku em parastina rastîn a ziman û perwerdeya Kurdî bikin şert.”
Wî diyar kir ku divê Kurd li Sûriyeyê bi nasnameya xwe cihê xwe yê rewa bigirin.
“Divê ew tabloya neyînî ya li pêşiya Kurdan biqede”
Fedra bi bîr anî ku birêvebiriya Rojavayê Kurdistanê destpêka sala 2026an rastî zehmetiyên mezin hat û wiha domand:
“Fransa li hemberî rûdanên wê demê neçar ma ku rû bi rûyî rewşa heyî bibe.
Fransa nekarî piştgiriya xwe ya ji bo xweseriya li tevahiya Sûriyeyê bidomîne lê di pêvajoya pêşiya me de divê mafên Kurdan werin parastin.”
Senatorê Fransayî diyar kir ku divê Herêma Kurdistanê xweseriya xwe ya di warê ziman, perwerde û xizmetên giştî de biparêze.
Wî destnîşan kir ku divê polîtîkayên wekheviya jin û mêran jî bidomin ku ev yek gelekî girîng e.
Fedra da zanîn ku xweseriya rasteqîn tê wateya parastina şiyana biryardayînê ya di van qadan de û birêvebirina saziyên xwe.
“Divê parastina asmanî ya Herêma Kurdistanê were bihêzkirin”
Fedra qala rûdanên li Îraq û Herêma Kurdistanê jî kir û got ku ew ji wê valahiya ewlehiyê dilgiran e ku dê piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Îraqê derkeve holê.
Fedra bi bîr anî ku Amerîkayê ragihandiye ew dê heta dawiya meha Îlonê ji Herêma Kurdistanê ya Îraqê vekişe.
Wî diyar kir ku nabe ev rewş valahiyekê çêbike ku gefê li ewlehiya giştî ya welêt bixwe.
Fedra bi taybetî bal kişand ser ewlehiya Hewlêrê û got ku di mehên dawî de zêdetirî hezar êrişên dronan li ser Hewlêrê hatine kirin.
Fedra diyar kir ku ew niha nikare bersiveke teqez bide bê ka Fransa dê beşdarî parastina asmanî ya Herêma Kurdistanê bibe yan na.
Lê wî anî zimên ku ew dixwaze ev yek pêk were û got:
“Ez hêvî dikim ku Fransa hem di gotinê de hem jî bi gavên berbiçav li cem Kurdan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê cih bigire.”
“Divê milîsên li Îraqê ji çekan werin xalîkirin”
Fedra diyar kir ku Serokwezîrê Îraqê li ser xalîkirina milîsan a ji çekan soz daye û destnîşan kir ku divê ev soz bibe gaveke berbiçav.
Fedra anî zimên ku nabe vekişîna hêzên Amerîkayê bibe sedema valahiya ewlehiyê û ev yek bi taybetî ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng e.
Wî xwest ku Fransa li ser vê mijarê gavên berbiçav biavêje.
Fedra got ku divê Fransa piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan û gelê Îraqê tenê bi gotinên siyasî nîşan nede û xwest ku ev piştgirî bi polîtîkayên berbiçav û gavên di qada ewlehiyê de were nîşandan.
“Aramiya Îraqê gelekî nazik e”
Fedra qala ziyareta Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ya Parîsê jî kir û bal kişand ser girîngiya piştgiriya Fransayê ya ji bo Îraqê ku ji ber rûdanên li herêmê pêwîst e.
Fedra diyar kir ku nabe Îraq ber bi şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê ve were kişandin û got:
“Rwşa niha ya li welêt heta asteke mezin hatiye parastin lê ti garantiyên vê yekê nînin.
Li Îraqê her tişt gelekî nazik e. Divê Fransa piştgiriya xwe ya ji bo aramiya Îraqê bidome.”
Fedra destnîşan kir ku jixwe di navbera Fransa û Îraqê de hevkariya siyasî heye û bi bîr anî ku bi pêşengiya Serokkomarê Fransayê Konferansa Bexdayê jî hatiye lidarxistin.
Lê Fedra got ku hevkariya aborî di heman astê de nîne û diyar kir ku bi taybetî şirketên Fransayî hîn jî ji bo hilberîna li Îraqê dudil in.
“Divê hevbeşiya Fransa û Îraqê Herêma Kurdistanê jî li xwe bigire”
Fedra da zanîn ku divê hevbeşiya siyasî ya di navbera Fransa û Îraqê de were bihêzkirin û bidome û divê ev hevbeşî Herêma Kurdistanê jî li xwe bigire.
Wî destnîşan kir ku li gel yekparçeyiya Îraqê, parastina hemû nifûsa welêt jî girîng e û got:
“Parastina pergala federal a ku xweseriya Herêma Kurdistanê misoger dike jî gelekî girîng e.
Cografyaya herêmê, statuya Herêma Kurdistanê tim di bin zextê de ye. Divê Fransa ji aliyê aborî ve jî piştgiriyê bide paşeroja Îraqê.”
Senatorê Fransayî destnîşan kir ku nabe polîtîkayên li ser paşeroja Îraq, Herêma Kurdistanê û Kurdên li herêmê bi daxuyaniyên siyasî sînordar bimînin û xwest ku Fransa li qadê û bi gavên berbiçav piştgiriya xwe nîşan bide.


