Dusseldorf (Rûdaw) - Akademîsyenê Kurd Dr. Mihemed Salih Yûnis li Almanyayê ji bo Kurdî alfabeyeke nû çêkir.
Dr. Mihemed Salih Yûnis sermayedar û akademîsyenekî Kurd e ku li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê dijî.
Wî ji bo zimanê Kurdî alfabeyeke taybet çêkiriye û dibêje ku niha tenê ew bi xwe dikare pê binivîse.
Ji şoreşê heta alfabeyê
Ramana çêkirina vê alfabeyê vedigere serdema şoreşa Kurdistanê.
Bi gotina Mihemed Salih Yûnis, wê dema mamê wî pêşmerge bû û ew neçar mabû ku nameyan bi kod û bi dizî binivîse û ji Pêşmergeyan re bişîne.
Piştî raperînê, wî xwest ku wan kod û nîşaneyan bike alfabeyeke taybet a zimanê Kurdî.
"Bila em jî bibin xwediyê alfabeya xwe"
Mihemed Salih Yûnis navê alfabeya xwe kiriye "Alfabeya Kurdlandî".
Li gorî baweriya wî, ev alfabe dikare bibe malê hemû Kurdan.
Mihemed Salih Yûnis îdia dike ku Kurd bi her zaravayekî biaxivin jî ew dikarin bi vê alfabeyê binivîsin.
Wî her wiha got, "Bila em jî wekî hemû neteweyên din bibin xwediyê alfabeya xwe ya taybet."
Ji 24 tîpan pêk tê
Ew alfabeya ku Dr. Mihemed çêkiriye ji 24 tîpan pêk tê û niha tenê ew dikare pê binivîse.
Lê li gel vê yekê wî eşkere kiriye bê her tîp û nîşane beramberî çi ye û wateya wan çi ye.
Dr. Mihemed diyar kir ku ti pirsgirêkên wî bi alfabeyên Latînî û Erebî re nînin.
Lê ew dixwaze alfabeyek hebe ku hemû Kurd bi wê binivîsin.
Mihemed Salih Yûnis anî zimên ku wî her tim xwestiye tiştekî wisa bike ku beriya wî ti kesî nekiribe.
Ew di wê baweriyê de ye ku ev gav dikare di paşerojê de bê pêşxistin û bibe alfabeya Kurdî.


