Hewlêr (Rûdaw) - Li Swêdê di hilbijartinên giştî de ji sedî 94ê dengan hatin hejmartin.
Bloka mixalefetê ya bi serokatiya Serokwezîra berê Magdalena Anderssonê bi 176 kursiyan ket pêş.
Hevpeymaniya rastgir a bi serokatiya Serokwezîr Ulf Kristersson jî di 173 kursiyan de ma.
Tê çaverêkirin ku encamên teqez roja çarşemê werin eşkerekirin.
Desteya Hilbijartinê ya Swêdê îro amarên dawî eşkere kirin.
Li gorî amaran, di hilbijartinên giştî de bloka çep a mixalefetê ket pêşiya desthilata niha.
Li Parlamentoya Swêdê ya 349 kursiyî, ji bo bidestxistina piraniyê herî kêm 175 parlamenter pêwîst in.
Encamên destpêkê nîşan didin ku bloka mixalefetê ya ji 4 partiyan a bi serokatiya Magdalena Anderssonê 176 kursî bi dest xistine.
Bi vî awayî bi ferqa kursiyekê sînorê piraniyê derbas kiriye.
Hevpeymaniya rastgir a ji 4 partiyan a bi serokatiya Serokwezîr Ulf Kristersson jî 173 kursî standine.
Hat ragihandin ku ferqa dengan a di navbera her du blokan de nêzîkî 20 hezarî ye.
Lê encamên hilbijartinê hîn teqez nebûne.
Roja çarşemê, ew dengên ku zû hatine bikaranîn lê dereng gihîştine navendên hejmartinê û dengên welatiyên Swêdê yên li derveyî welêt dê dîsa werin hejmartin.
Ji ber vê yekê îhtimal heye ku dabeşbûna kursiyên li parlamentoyê biguhere.
Hat diyarkirin ku rêjeya beşdariya hilbijartinê nêzîkî ji sedî 80 ye.
Ev rêje li gorî hilbijartinên giştî yên sala 2022yan bi qasî 4 puanan kêmtir e.
Pêşbaziya 4 partiyên desthilat û mixalefetê
Bloka rast a niha ji Partiya Mihafezekar a Nerm a bi serokatiya Serokwezîr Ulf Kristersson, Demokratên Xiristiyan û Lîberalan pêk tê.
Her wiha Demokratên Swêdê jî hene ku ji parlamentoyê piştgiriyê didin hikûmetê.
Di bloka mixalefetê de jî li gel Sosyal Demokratên bi serokatiya Magdalena Anderssonê, Partiya Çep, Partiya Keskan û Partiya Navend cih digirin.
Piştî encamên destpêkê her du alî jî li benda encamên teqez in.
Serokwezîr Kristersson di daxuyaniya xwe de da zanîn ku hilbijêran biryara xwe daye lê hîn diyar nîne bê ka dê kî hikûmetê ava bike û got:
"Dengderan biryara xwe da lê hîn encama dawî ne di destê me de ye. Pirsa bê ka dê salên pêşiya me kîjan hikûmet Swêdê bi rê ve bibe hîn vekirî ye."
Serokwezîra berê Magdalena Anderssonê jî bangî piştgirên xwe kir ku heta encamên teqez werin eşkerekirin li bendê bimînin.
Anderssonê diyar kir ku eger encamên niha neguherin dê Swêd bigihîje hikûmeteke nû.
Wê da zanîn ku hilbijartin ji bo paşeroja siyasî ya welêt tercîheke girîng e û wiha domand:
"Gelo em hikûmetekê dixwazin ku Demokratên Swêdê bi temamî diyarker bin an hikûmeteke bi serokatiya min ku bi têgihiştineke nû ya hevkariyê welêt bi rê ve bibe?"
Paşveçûna Demokratên Swêdê
Demokratên Swêdê (SD) ku bi polîtîkayên xwe yên li dijî koçberan tên naskirin, ji sala 2010an ve cara yekem dengên xwe ji dest dan.
Partî di hilbijartinên 2022yan de bi bandora polîtîkayên xwe yên li ser sûc û koçberiyê bûbû duyem partiya herî mezin a welêt.
Hikûmeta rastgir a bi serokatiya Kristersson jî di dema desthilata xwe de piraniya xwe ya li parlamentoyê bi giranî bi piştgiriya SDyê parastibû.
Di vê hilbijartinê de ewlehiya neteweyî, têkoşîna li dijî sûcên organîze û çeteyan û xerciyên lênêrîna civakî ya malbatên xizan di nav xalên sereke yên rojeva kampanyayê de bûn.
Hema bêje hemû deng hatine hejmartin jî lê ji ber ku ferqa navbera her du blokan gelekî kêm e, çav li hejmartina dawî ya çarşemê ne.
Piştî hejmartina dengên derveyî welêt û dengên ku dereng gihîştine dê teqez bibe bê ka dê li Swêdê kî hikûmeta nû ava bike.



