Hewlêr (Rûdaw) - Li Swêdê zêdetirî 8 milyon hilbijêrên tomarkirî, ji bo diyarkirina endamên parlamentoyê (Riksdag) diçin ser sindoqan.
Di Parlamentoya Swêdê de 349 kursî hene. Her wiha di hilbijartinê de dê 21 meclisên herêmî û 290 endamên meclisên şaredariyan jî werin diyarkirin.
Hilbijêr dikarin heta saet 21:00ê biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin.
Rêjeya dengên çepgir û rastgiran gelekî nêzîkî hev e
Li gorî rapirsiyên dawî yên ku beriya hilbijartinê li Swêdê hatine kirin, bloka navend-çep bi ji sedî 50,8ê dengan di rêza yekem de ye.
Ev blok ji Partiya Sosyal Demokrat, Partiya Navendê (Centerpartiet), Partiya Keskan û Partiya Çep (Vansterpartiet) ên ku di mixalefetê de ne pêk tê.
Tê diyarkirin ku rêjeya dengên partiyên bloka rastgir a desthilatê jî ji sedî 47,6 e.
Ev blok jî ji Partiya Mihafezekar a Nerm, Demokratên Xiristiyan, Lîberal û Demokratên Swêdê yên ku ji derve piştgiriyê didin hikûmeta niha pêk tê.
Li gorî encamên rapirsiyan tê şîrovekirin ku dê hilbijartin di navbera blokên çep û rast de di nav hevrikiyeke dijwar de derbas bibe.
Dibe ku Demokratên Swêdê rasterast beşdarî hikûmetê bibin
Di analîzan de her wiha tê nirxandin ku dibe Partiya Demokratên Swêdê ya ku bi awayekî fermî di hikûmeta niha de cih nagire, piştî hilbijartinê cara ewil rasterast beşdarî hikûmetê bibe.
Divê were bibîranîn ku li Swêdê di hilbijartinên herî dawî yên sala 2022yan de rêjeya beşdariyê ji sedî 84 bû.



