Hewlêr (Rûdaw) – Kurdên li Qazaxistanê wekî yek ji wan civakên herî birêxistin û çalak tên dîtin ku karîne bi awayê herî baş ziman, nasname û çanda xwe ya neteweyî biparêzin.
Ev parastin û bipêşxistin bi tesadufî derneketiye holê, berhema hewldanên hevpar ên rewşenbîr û sermayedarên Kurd e ku bi rêya saziyên taybet xizmeta çanda Kurdî dikin.
Yek ji înîsiyatîfên sereke yên di vî warî de ji aliyê Navenda Bipêşxistina Çanda Kurdan ve tê meşandin.
Ev sazî beriya 10 salan bi serokatiya Îbrahîm Filît Mamedov û bi beşdariya hejmarek bazirgan û sermayedarên Kurd ên li Qazaxistanê hatiye damezirandin.
Armanca wan a sereke parastina kok û reha neteweyî ya nifşê nû yê li diyasporayê ye.
Navenda Bipêşxistina Çanda Kurdan bi alîkariyên xwe yên aborî, çapkirin û belavkirina pirtûka “Elfabeya Kurdî” û pirtûkên xwendinê yên bi zimanê dayîkê ji bo wan dibistanan girtiye ser milê xwe ku li hinek deverên Qazaxistanê dersên zimanê Kurdî lê tên dayîn.
"Dema dora parastina Kurdayetiyê tê em dibin yek"
Serokê Navenda Bipêşxistina Çanda Kurdan Îbrahîmê Filît li ser girîngiya saziya xwe axivî û got:
“Di nav civakê de pêwîst bû saziyeke me ya bi vî rengî hebe da ku miletê me bizanibe xwedî pişt e û alîkarî jê re tê dayîn.
Sermayedar û ciwanên me her yek di qadekê de dixebitin lê dema dora parastina Kurdayetiyê û milet tê, me hemûyan biryar da ku em li pişt miletê xwe bin û alîkariyê bidin wan.”
Aheng û festîval tên lidarxistin
Xebatên Navenda Bipêşxistina Çanda Kurdan tenê bi qada perwerdeyê sînordar nemane.
Ew piştgiriya berdewam didin hunermendan, komên muzîkê û folklora Kurdî û dirûtina cil û bergên Kurdî.
Her wiha her sal Cejna Newrozê û merasîmên neteweyî, aheng û festîvalên mezin li Qazaxistan, Qirxizistan, Gurcistan û Azerbeycanê li dar dixin.
Îbrahîmê Filît amaje bi dewlemendiya folklora Kurdî kir û da zanîn:
“Folklora me gencîneyeke dewlemend e û ciwanên me bi awayekî çalak beşdar dibin.
Em di hemû beşan de, ji dirûtina cilên Kurdî heta lidarxistina mezintirîn ahengên Newrozê yên li seranserî herêmê, hemû piştgiriyê pêşkêş dikin da ku ev merasîm bi serkeftî werin kirin.”


