Hewlêr (Rûdaw) - Hûsiyan ragihand ku wan bi dron û mûşekan êrişî baregeheke leşkerî ya li başûrê Erebistana Siûdî kiriye.
Di heman demê de, ji ber destpêkirina şer û pevçûnên bi hêzên hikûmeta Yemenê re gelek sivîl koçber bûn.
Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî li ser tora civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir.
Yehya Serî diyar kir ku di êrişa li baregeha Şerûreyê ya li başûrê Erebistana Siûdî de navendên fermandariyê û depoyên çekan hatine armanckirin ku “serperiştiya êrişên li dijî gelê wan dikin.”
Ev êriş piştî wê yekê tê ku Hûsiyan dest danî ser beşa din a beravên Deryaya Sor û çend giravên stratejîk.
Bi vê yekê re, wan desthilata xwe ya li ser Tengava Babulmendebê xurttir kir.
Piştî ku Îranê di destpêka şerê Rojhilata Navîn de Tengava Hurmizê girt, Tengava Babulmendebê ji bo hinardekirina petrola Erebistana Siûdî bûye rêyeke sereke.
Tîrmeha îsal, Hûsiyan li Deryaya Sor dorpêça deryayî xistibû ser benderên Riyadê.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Yemenê (Seba) roja şemiyê ragihand ku hêzên hikûmetê li nêzîkî bendera Muxayê otomobîl û çekên Hûsiyan têk birine û çend çekdar kuştine.
Li hemberî vê yekê, Hûsiyan jî da zanîn ku di 48 demjimêrên borî de balafirên şer ên Erebistana Siûdî 129 êrişên asmanî birine ser wan.
Trump xwesteka Erebistana Siûdî red kir
Malpera Axiosê ya Amerîkî li gorî çavkaniyên xwe ragihand ku Şahzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman hefteya borî du caran bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi telefonê axiviye.
Mihemed Bin Selman ji Trump xwestiye ku êrişî Hûsiyan bikin lê xwesteka wî hatiye redkirin.
Trump roja şemiyê piştrast kir ku ew û Bin Selman bi telefonê axivîne lê got ku Hûsiyan jî pêwendî bi wan re daniye û "naxwazin bi me re şer bikin."
Trump eşkere nekir ku dê Washington çi gavan biavêje lê ji rojnamegeran re got:
"Dê her tişt bi başî û bi aramî were çareserkirin."
Şerê navxwe yê Yemenê sala 2014an bi kontrolkirina Sanaya paytext dest pê kiribû û piştî agirbesta sala 2022yan hinekî aram bûbû lê belê ji tîrmeha îsal ve şer bi lez careke din gur bû.
Di şer û pevçûnên dawî de zêdetirî 500 kesan mirin.


