New York (Rûdaw) - Serokê nû yê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Xelîlur Rehman ragihand ku ew dê ji bo bilindkirina dengê wan gelên ku dewlet an jî nûnertiya wan li NYyê nîne bixebite.
Wezîrê berê yê Karên Derve yê Bengladeşê Xelîlur Rehman, îro wekî Serokê 81emîn ê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî sonda yasayî xwar.
Piştî merasîma sondxwarinê, Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdula yekem pirsa fermî ji Rehman kir.
"Kurd û Rohîngiya di nav vîzyona we de ne?"
Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdula di civîna çapemeniyê de pirsî:
"Te got ku ev rêxistin ji dewletên xwe yên endam mezintir e û ji bo hemû mirovan e. Gelo ev dîtin komên bêdewlet ên wekî Rohîngiya û Kurdan jî li xwe digire ku Kurd li cîhanê neteweya herî mezin a bêdewlet in? Di demekê de ku kursiyekî wan li vir nîne, tu dê çawa piştrast bikî ku ew li vê derê tên temsîlkirin?"
Namo Ebdula her wiha di beşa duyem a pirsa xwe de qala sozên vegerandina baweriya bi NYyê kir û pirsî ka ew dê çi cudatir ji serokên berê bike, çimkî tevî wan dirûşman jî baweriya bi Neteweyên Yekbûyî her kêm bûye.
"Peymana NYyê ji bo hemû gelan hatiye nivîsandin"
Serokê nû yê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Xelîlur Rehman di bersiva xwe de bi bîr xist ku damezirênerên Neteweyên Yekbûyî dema peymanname qebûl kir gotin "Gelên Neteweyên Yekbûyî".
Rehman diyar kir ku di peymanê de nehatiye gotin 'Gelên vî welatî an wî welatî' û anî zimên:
"Ev peyman hemû mirovan li xwe digire. Sala borî we jî dît, me konferanseke navneteweyî ya li ser Rohîngiyayan li dar xist."
"Ez dê bilindkirina dengê wan bidomînim"
Xelîlur Rehman qala xebatên xwe yên berê yên li ser krîza Rohîngiyayan kir û destnîşan kir ku ew beriya du salan ji aliyê hikûmeta xwe ve wekî Nûnerê Bilind ê Pirsa Rohîngiyayan hatibû erkdarkirin.
Rehman da zanîn ku wî ji nêzîk ve êş û azarên wan dîtine û Rohîngiya bi hesret dixwazin vegerin ser mal û halên xwe yên li Myanmarê.
Xelîlur Rehman serdana Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres a li kampên koçberan bi bîr xist û got:
"Nêzîkî 100 hezar kesan di meha Remezanê de di dema fitarê de kom bûn û her kesî digot em dixwazin vegerin malên xwe.
Ev daxwaza komeke mezin a mirovan e ku ji ser mal û milkên xwe hatine derxistin.
Me dengê wan gihand Neteweyên Yekbûyî û gava ku em dest bi vî karî bikin, ez ê vê yekê bidomînim."

.jpeg&w=3840&q=75)

