Dusseldorf (Rûdaw) - Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî û xwecihî yên Swêdê re, xebatên namzedên Kurd ên di nav partiyên cuda de germ bûne.
Di nav zêdetirî 200 namzedên Kurd ên li Swêdê de, Hana Emîna 25 salî wekî namzeda Partiya Sosyal Demokrat a Parlamentoya Swêdê hewl dide baweriya dengdêran û diyasporaya Kurdan bi dest bixe.
Hana Emîn 25 salî ye û li Swêdê ji dayîk bûye.
Wê di warê nexşesazî û endazyariyê de xwendiye û niha endama Encumena Şaredariya Sollentunaya li Stokholmê ye.
Ew dixwaze di navbera diyasporaya Kurdan û navendên biryardanê yên li Swêdê de hevahengiyeke xurttir çêbibe.
Pirsgirêka xaniyan û aboriya ciwanan
Hana Emînê di hevpeyvîneke bernameya Diyasporayê de li ser bihabûna jiyanê û pirsgirêka xaniyan a li Stokholmê tekezî li ser guherîna desthilatê kir û got:
“Li Stokholmê em dibînin ku gelek kes nikarin xaniyan peyda bikin, bi taybetî ciwan.
Ji 10 ciwanên li Stokholmê 9 ciwan dixwazin bibin xwedî mal lê xanî gelekî biha ne û kêm tên çêkirin.
Em dixwazin desthilatê bigirin dest da ku ciwan bibin xwedî xanî û dest bi jiyana xwe bikin.”
Li ser rewşa aborî û zehmetiyên 4 salên pêşerojê yên di bin siya hikûmeta niha ya Swêdê de, wê diyar kir ku biryarên hikûmetê zêdetir di berjewendiya dewlemendan de bûne û xelkê feqîr zerer dîtine û da zanîn:
“Ev 4 sal in jiyan li Ewropa û Swêdê gelekî biha bûye.
Hikûmeta niha girîngiyê dide xelkê dewlemend.
Her wiha gelek Kurdên li Swêdê di dîtina kar û fêrbûna zimên de rastî pirsgirêkan tên.
Gelekî girîng e ku vê carê deng bidin da ku em karibin hikûmetê biguherînin.”
Mafê rûniştinê, pasaport û yasaya tawanan
Hana Emînê li ser guherînên yasaya koçberiyê û destkariya mafê rûniştinê ya ji aliyê rastgiran ve, piştgiriya Partiya Sosyal Demokrat a ji bo koçberan ducare kir û got:
“Armanca me ew e ku em civakê xurttir bikin, ne ku em ceza bikin.
Ew kesên ku tên Swêdê, fêrî zimanê Swêdî dibin û kar peyda dikin, nabe ku em di wergirtina pasaport û rûniştinê de wan ceza bikin.”
Hanayê li ser standina welatînameyê ji wan kesên ku tawanên giran an terorê dikin û xwedî du pasaportan in eşkere kir:
“Heke kesek terorîst be, nabe ku li Swêdê pasaporta wî hebe û bimîne.”
Pira pêwendiyan û nûnertiya Kurdan
Hana tevî ku li Swêdê mezin bûye, bi Kurdiyeke pak diaxive û sedema vê yekê jî vedigerîne perwerdeya malbata xwe.
Wê armanca xwe ya namzediyê wiha anî zimên:
“Ez dixwazim Kurdiya min çêtir bibe çimkî ez dixwazim wekî pirekê bim di navbera Kurdistan û Swêdê de.
Di nav 349 endamên Parlamentoya Swêdê de tenê çend Kurd gihîştine parlamentoyê, ev jî li gorî hejmara diyasporaya Kurdan kêm e.
Bi dîtina min heke Kurd zêdetir herin parlamentoyê, em dikarin guherînên rasteqîn bikin.”


