Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Koç û Penaberan a eyaleta Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku ji 2 hezar û 100 penaxwazên ku 12 hezar sûcên wekî diziyê kirine, nêzîkî 1100 kesên wan xwedî nasnameya Îraqê ne.
Ev amar encama lêkolîna li ser dosyeyên 6 hezar û 800 penaxwazên Îraqî û welatên din e ku 5 hezar û 520 kes ji wan Îraqî ne.
Berdevkê Wezareta Koç û Penaberan a eyaleta Nordrhein-Westfalenê li ser "Lîsteya Coesfeldê" pirsên Kehî Mehmûda edîtora beşa Intakeyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin.
Li gorî gotina wî berdevkî, heta 30ê Îlona 2024an li wê eyaletê ji bo 6 hezar û 800 penaxwazên Îraqî û yên welatên Balkanê biryara dersînorkirinê hebûye lê ji ber sedemên cuda, dersînorkirin nehatine bicihanîn.
Dezgeha sûcan a eyaletê li ser daxwaza Wezareta Karên Navxwe dosyeyên wan 6 hezar û 800 penaxwazan lêkolîn kirine da ku were zanîn bê ka tevlîbûna wan di sûcan de çi qas bûye.
Berdevkê wezaretê ragihand:
"Lêkolînê nîşan da ku ji wan 6 hezar û 800 kesên ku dosyeyên wan hatine kontrolkirin, 2 hezar û 100 kes tevlî sûcan bûne.
Nêzîkî 1100 kes ji wan di lîsteya dosyeyên welatiyên Îraqî de bûn û 1000 kes jî di lîsteya dosyeyên welatên Balkanê de bûn.
Bi giştî, ev 12 hezar sûc ji aliyê van 2 hezar û 100 kesan ve hatine kirin."
Cureyên sûcan
Berdevk amaje bi wê yekê kir ku wezaret amarên dezgeha sûcan dinirxîne, lewma ew niha nikarin bi hûrgilî diyar bikin ka wan 1100 penaxwazên Îraqî çi sûc kirine.
Lê belê dezgeha sûcan a eyaletê berê ragihandibû ku ev sûc "ji diziyê dest pê dikin heta digihêjin sûcên madeyên hişbir, destdirêjiya zayendî û birîndarkirinê."
Tebaxa 2026an li bajarê Kolnê yê heman eyaletê di navbera malbatên ji welatên Balkanê de bûyereke tundiyê rû da.
Pişt re eşkere bû ku diviyabû hejmarek ji endamên wan malbatan berê bihatana dersînorkirin.
Piştî wê bûyerê, medyaya bajêr skandala "Lîsteya Coesfeldê" belav kir.
Li gorî rojnameyê, eşkere bûye ku Birêvebiriya Biyaniyan a Kolnê daxwaza hevkariyê ya bajarê Coesfeldê ya ji bo dersînorkirina 500 penaxwazên ku daxwaza wan hatibû redkirin, red kiriye.
Piştî vê yekê, dezgeha sûcan bi fermana Wezareta Karên Navxwe dest bi lêkolînê kir û eşkere bû ku 6 hezar û 800 penaxwazên ku daxwaza wan hatiye redkirin li wir hene.
Piştî ku dengê skandalê bilind bû, wezareta wê eyaletê ferman da dezgeha sûcan ku di wan lîsteyan de lêkolînê bike da ku were zanîn bê ka wan penaberên ku daxwaza wan hatiye redkirin çi qas sûc kirine.

.webp&w=3840&q=75)

