Hewlêr (Rûdaw) - Mirovê herî dewlemend ê Almanyayê û yê ku wekî "şahê lojîstîkê yê cîhanê" dihat naskirin Klaus-Michael Kuhne di 89 saliya xwe de mir.
Ji ber ku mîratgirekî wî yê qanûnî nîne, serweta wî ya mezin a 49 milyar dolarî dê veguhêzin saziya xêrxwaziyê ya bi navê wî.
Klaus-Michael Kuhne neviyê yek ji damezirînerên şirketê bû û wî şirketa malbata xwe kir yek ji împaratoriyên herî mezin ên lojîstîkê yên cîhanê.
Li gorî texmînên dawî, wî serweteke di navbera 44 û 49 milyar dolarî de ava kiribû.
Ji ber ku zarokên Klaus-Michael Kuhne û hevjîna wî Christineyê nînin, ev serweta mezin li gorî planên berê dê ji bo Weqfa Kuehneyê (Kuehne Foundation) were veqetandin.
Navenda vê weqfê li Swîsre û Almanyayê ye. Ev weqf berî niha bi 50 salan ji aliyê Kuhne û dê û bavê wî ve hatibû avakirin.
Bi veguhastina vê serwetê re, weqf dê bibe yek ji dewlemendtirîn saziyên xêrxwaziyê yên Ewropayê.
Hat ragihandin ku weqf dê dahatên xwe ji bo lêkolînên bijîşkî, projeyên avhewayê, perwerdeyên lojîstîkê û çalakiyên çandî bi kar bîne.
Cihê rûniştina vî milyarderê Alman a li kantona Schwyzê ya Swîsreyê di veguhastina serwetê de roleke girîng lîst.
Ji ber ku li wê herêmê baca mîratê nîne, sermayeya mezin a Kuhne dê bêyî ti kêmbûnan rasterast derbasî weqfê bibe.
Împaratoriya cîhanî ya di destê saziya xêrxwaziyê de
Klaus-Michael Kuhne ne tenê şirketa xwe bi rê ve dibe, di heman demê de di gelek şirketên qerase yên xwedî girîngiya stratejîk de jî xwedî hîseyên diyarker bû.
Hinek ji veberhênanên Kuhne yên sereke ev in:
· Kuehne + Nagel: Xwediyê piraniya hîseyên vê şirketa lojîstîkê ya cîhanî bû.
· Lufthansa: Di şirketa balafiran a neteweyî ya Almanyayê de ji sedî 20 mafê wî yê dengdanê hebû.
· Hapag-Lloyd: Yek ji hîsedarên sereke bû ku şirket di krîza sala 2008an de rizgar kir.
· Brenntag: Di koma belavkirina kîmyewî ya cîhanî de pareke wî ya mezin hebû.
· Flix: Di nav veberhênerên sereke yên tora veguhastina otobus û trênan a navneteweyî de bû.
Her çi qasî xwedîtiya împaratoriya mezin a Kuhne derbasî saziya xêrxwaziyê bibe jî, nayê çaverêkirin ku di xebatên şirketên wî de ti pirsgirêk derkevin.
Ji bo ku di bazara lojîstîkê ya cîhanî de aramî xera nebe, hat eşkerekirin ku dê ew şirket di bin çavdêriya komîteya weqfê de û ji aliyê lijneyên birêvebir ên niha ve werin birêvebirin.
.webp&w=3840&q=75)


