Moskow (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya lûtkeya Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê (SCO) de li Bîşkekê pêşniyar kir ku ji bo çareseriya şerê Rûsya û Ukraynayê navbeynkariyê bike.
Lê belê nêrîn û bersiva Moskowê ya li hemberî vê pêşniyarê bi guman e.
Pêşniyara Erdogan û bersiva Putin
Erdogan di hevdîtina xwe ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de pêşniyara alîkariya dîplomatîk kir da ku pêwendî hêsantir bibin û ji bo qeyranê rêyên çareseriyê werin dîtin.
Lê belê Putin bersiveke neyînî da ku bi vî rengî bû:
"Di qonaxa niha de ji bo jinûvedestpêkirina dan û standinên aştiyê yên bi Ukraynayê re yên bi rêya navbeynkaran ti şert û mercên pêşîn tunin."
Îkbal Durre: "Enqere dixwaze hesasiyetên Rûsyayê sivik bike"
Siyasetmedar û pisporê pêwendiyên navneteweyî Îkbal Durre bal kişand ser rewşa heyî û got:
"Li gel êrişên li ser keştiyên Tirkiyeyê yên li Deryaya Reş û li gel belavbûna agahiyan ku Tirkiye dikare mûşekên ATACMS bide Ukraynayê, mijara Rûsyayê dîsa ketiye rojeva Enqereyê.
Niha Tirkiye dixwaze hesasiyetên Rûsyayê hinekî sivik bike û ji bo çareserkirina şerê li Ukraynayê roleke erênî ya navbeynkariyê bilîze."
Igor Yushkov: "Bidawîbûna şer ne di berjewendiya Tirkiyeyê de ye"
Baweriya Rûsyayê bi pêşniyara birêvebiriya Tirkiyeyê nayê.
Li gorî nêrîna pisporê siyasî yê Fona Ewlehiya Enerjiyê ya Rûsyayê Igor Yushkov, Tirkiye di rastiyê de naxwaze ev şer bi dawî bibe.
Igor Yushkov mijara “bidawîbûna şer û berjewendiya Tirkiyeyê” wiha nirxand:
"Wekî prensîb, bidawîbûna vî şerî ne di berjewendiya Tirkiyeyê de ye. Ji ber ku ji her du aliyan jî pereyên mezin tên jê re.
Bê guman, Rûsya gelekî jê dilgiran e ku Tirkiye hîn jî çekan dişîne ji Ukraynayê re û dikare hîn zêdetir jî bişîne."
Yushkov her wiha da zanîn ku Rûsya dixwaze Tirkiye dev ji şandina çekên xwe berde û her wiha nebe transît ku çekên Ewropayê û Amerîkayê herin Ukraynayê lê wekî diyar e Tirkiye vê gavê ji bo vê yekê ne amade ye.
Rewşa dawî ya pêwendiyên Moskow û Enqereyê
Moskow roja îro pêwendiyên xwe yên bi Enqereyê re li ser mijarên ewlehiya keştîvaniyê û lojîstîkê yên li Deryaya Reş didomîne.
Lê hat zanîn ku Moskow di vê qonaxê de guncav nabîne ku vegere ser Peymana Genim ku dema wê sê sal berê bi dawî bûye.


.webp&w=3840&q=75)

