Hewlêr (Rûdaw) - Hat angaştkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser wê yekê difikire ku bidawîhatina şerê li gel Îranê ragihîne.
Li gorî nûçeya Wall Street Journalê (WSJ) ya ku xwe dispêre rayedarên pilebilind, Trump bi şêwirmendên xwe yên payebilind re li ser mijara "Gelo em bidawîhatina şerê Îranê ragihînin yan na?" axiviye.
Zexta aborî û rûxîn
Rayedaran diyar kir ku Trump piştgiriyê dide vê gavê.
Li gorî baweriya Trump, zextên giran ên aborî dê Tehranê neçar bikin ku dawî li bernameya xwe ya nukleerê bîne yan jî dê bibe sedema rûxîna wê.
Pentagon amadehiyê dike
Li hêla din, di nûçeyê de hat gotin ku tevî van hevdîtinên li pişt deriyên girtî, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) dema mayîna hêzên xwe yên li herêmê dirêj kiriye. Ev yek nîşan dide ku dibe ku pevçûn sala pêşiya me jî berdewam bikin.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent 24ê Tebaxê ragihandibû ku wan ji bo birîna hemû rehên aborî yên Îranê operasyona "dûrxistina aborî" daye destpêkirin.
Bessent hişyarî dabû û gotibû ew welatên ku bi Îranê re dixebitin dê bi cezayên Amerîkayê re rû bi rû bimînin.


