Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan êrişên li ser Îranê û cezayên aborî ji bo alîkariya Îsraîl û Rojhilata Navîn kirine.
Donald Trump di şîveke li Koşka Spî de li ser rojevê axivî.
"Aboriya Îranê bi temamî rûxiya"
Trump diyar kir ku aboriya Îranê piştî êriş û cezayên aborî "bi temamî rûxiyaye" û got:
"Em van hemûyan ji sedî 99 ji bo alîkariya Rojhilata Navîn dikin. Em ji bo alîkariya Îsraîlê dikin. Em vê yekê ji bo alîkariya xwe jî dikin.
Çimkî piştî ku Îsraîl ji holê rakirin, ku wan dê bi dilxweşî ev yek bikira, ew dê êrişî Rojhilata Navîn, paşê Ewropayê û hinek bajarên me bikin çimkî beriya ku Amerîka wan ji holê rake, wan dikaribû çend bajaran tune bikin."
"Tengava Hurmizê di bin kontrola me de ye"
Trump destnîşan kir ku Amerîka Tengava Hurmizê kontrol dike û keştiyên barkirî yên petrolê di wir re derbas dibin.
Serokê Amerîkayê Trump di daxuyaniyên xwe yên berê de jî gotibû ku ew amade ne kengî bixwazin ducare êrişî Îranê bikin û anîbû zimên ku Tengava Hurmizê bi temamî di bin kontrola Amerîkayê de ye.



