Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku Tengava Hurmizê di bin kontrola Amerîkayê de ye û destnîşan kir ku ew dikare pêşniyar bike navê tengavê wekî "Tengava Trump" bê guhertin.
Serokê Amerîkayê Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê li ser Tengava Hurmizê peyamek belav kir.
"Gelo divê em navê wê bikin Tengava Trump?"
Donald Trump di peyama xwe de wiha got:
"Niha ku ew di bin kontrola Amerîkayê de ye, gelo divê em navê Tengava Hurmizê bikin TENGAVA TRUMP???
Wekî Amerîkayê bi xwe, dê ji her demê 'germtir' be! Ji bo bala we ya li ser vê mijarê spas dikim."
Serokê Amerîkayê berê jî di hinek daxuyaniyên xwe de îdia kiribû ku Tengava Hurmizê di bin kontrola Hêzên Deryayî yên Amerîkayê de ye û ew der dikare wekî "xaka Amerîkayê" bê qebûlkirin.



.webp&w=3840&q=75)