Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sînaya Başûr a Misirê otobuseke rêwiyan wergeriya û di vê qezayê de herî kêm 16 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya rojnameya El-Ahramê ya Misirê, otobusa rêwiyan li ser rêya bejahî ya ku Dehab û Nuweybeyê bi hev ve girê dide, li nêzîkî herêma Seadayê qulibî.
Li gorî agahiyên destpêkê, 16 kes li cihê qezayê mirine.
Her wiha 28 kesên birîndar jî veguhastine nexweşxaneyên derdorê.
20 ambulans çûn cihê qezayê
Bi fermana Wezîrê Tenduristî û Nifûsê yê Misirê Xalid Ebdulxefar, li herêmê di warê xizmetên tenduristiyê de asta hişyariyê hatiye zêdekirin.
Her wiha 20 ambulans çûn cihê bûyerê.
Lêpirsînê dest pê kir
Li ser qezaya ku li herêmeke geştyariyê qewimiye lêpirsînê dest pê kir.
Heta niha nehatiye eşkerekirin bê ma mirî welatiyên kîjan welatî ne.


.webp&w=3840&q=75)
