Hewlêr (Rûdaw) - Daîreya Koçber û Penaberan a Federal a Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku di 6 mehên pêşî yên îsal de 39 hezar û 646 kesan cara yekem mafê penabertiyê xwestiye.
Berdevkekî Daîreya Koçber û Penaberan a Federal a Almanyayê amarên nû yên penaxwazan ji me re şandin.
Wê daîreyê eşkere kir ku her çi qasî amarên nû yên îsal hîn bi awayekî fermî nehatibin belavkirin jî wan ev amar bi taybetî ji bo Rûdawê şandine.
Diyarkirina nasnameyan
Daîreya Koçber û Penaberan a Federal a Almanyayê da zanîn ku carinan tehlîlên zimanî tên kirin da ku nasnameya wan penaxwazên ji Rojhilata Navîn diçin were diyarkirin.
Lê hat eşkerekirin ku diyarkirina bê ma kîjan ji wan Kurd in, karekî "gelekî zehmet e."
Li gorî amarên wê daîreyê, di navbera mehên Kanûna Paşîn û Hezîrana 2026an de 39 hezar û 646 kesan cara yekem mafê penaberiyê xwestiye.
Lê tenê bi 15 hezar û 338 kesan re nasnameyên fermî hebûn û 24 hezar û 308 kes jî bê belge bûn.
Bandora belgeyan
Daîreya Koçber û Penaberan a Federal a Almanyayê destnîşan kir ku nebûna belgeyan bandorê li ser mafê penaberiyê nake û got:
"Dibe ku nebûna belgeyên nivîskî ji ber gelek sedeman be. Di bingehê de, ev yek li ser mafê wî kesî yê parastinê tiştekî nîşan nade."
Berdevkê daîreyê li ser sedema nebûna nasnameyan eşkere kir ku gelek sedem hene û yek ji wan jî ew e ku penaxwazan di dema koçberiyê de nasnameyên xwe winda kirine.
Daîreya Koçber û Penaberan da zanîn, her tim ew çîroka ku penaxwaz ji bo hatina Almanyayê vedibêjin dibe bingeha nirxandinê û her wiha divê hemû penaxwaz jî ji bo eşkerekirina nasnameyên xwe hevkar bin.
Tehlîlên zimanî
Wê daîreya Almanyayê ragihand ku ew dikarin bi çend rêbazên teknîk nasnameya wan penaxwazan diyar bikin û got:
"Ji bo diyarkirina nasname û eslê penaxwazên bê belge, em pişta xwe bi tehlîlên zimanî girê didin."

.webp&w=3840&q=75)

