Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê Qibrisê keştiyek bin av bû û di bûyerê de 7 kes mirin û 23 kes jî winda ne.
Her wiha ji keştiya binavbûyî ya li peravên Gîrneyê 237 kes hatin rizgarkirin.
Keştiyeke rêwiyan ji Bendera Gîrneyê ya Qibrisê saet 12:30î ber bi Bendera Taşucuyê ya Mersînê ve bi rê ket.
Keştiya ku ya şirketeke taybet bû ji ber sedemeke nediyar av girt û bin av bû.
Di keştiyê de 267 kes hebûn.
Ji wan 237 kes hatin rizgarkirin û 7 kesan mirin.
Ji bo 23 kesan jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Xwe avêtin deryayê
Şahidên bûyerê ragihand ku piştî wergirtina avê, hinek rêwiyan xwe avêtiye deryayê.
Hat gotin ku belemên masîgiran ên li qadê jî tevlî xebatên rizgarkirinê bûne.


.webp&w=3840&q=75)
