Hewlêr (Rûdaw) - Almanya xwe ji bo yek ji xwenîşandanên herî mezin ên ciwanan û mafên civakî yên salên dawî amade dike.
Li Berlîna paytext û li zêdetirî 30 bajaran li dijî zêdebûna lêçûnên jiyanê, plana vegerandina leşkeriya neçarî û birîna budceya perwerde û xizmetên civakî xwenîşandanên girseyî tên lidarxistin.
Li gorî agahiyên li ser malpera înîsiyatîfa sivîl a çalakiyan, ji bo beşdarbûna xwenîşandanên 31ê Çiriya Pêşîn heta niha zêdetirî 150 hezar kesî navê xwe tomar kiriye.
Beriya çalakiyan hêzên ewlehiyê ketine rewşa hişyariyê û Balyozxaneya Amerîkayê jî ji bo welatiyên xwe hişyariya ewlehiyê belav kir.
"Em êdî bêdeng namînin"
Komîteya organîzatoran di daxuyaniyeke hevpar de destnîşan kir ku siyasetmedaran paşeroja ciwanan xistiye bin metirsiyê û wiha got:
"Dema ku bêyî bihîstina dengê me biryar li ser paşeroja me tên dayîn, êdî ti niyeta me nîne ku em bêdeng bimînin.
Em polîtîkayên ku mafên ciwanan sînordar dikin naxwazin. Em polîtîkayên ku veberhênanê di warê perwerde, ewlehiya civakî, tenduristî, jîngeh û jiyaneke bi rûmet de dike, dixwazin."
Yek ji pêşengên çalakiyê Ekrem Seloyê 18 salî bal kişand ser fikara wan a ji bo paşerojê û got, "Eger siyasetmedar ti gav neavêjin, divê em bi xwe însiyatîfê wergirin."
Aloziya li ser xwenîşandanan û hişyariya polîsan
Baskên ciwanan ên Partiya Çep (Die Linke) û Partiya Keskan (Die Grünen) piştgiriyeke vekirî dan xwenîşandanan lê ji aliyê şirîkên desthilatê û burokrasiya ewlehiyê ve hişyariyên tund hatin dayîn.
Berdevkê Koma Meclisê ya Yekîtiya Xiristiyan (CDU/CSU) Alexander Throm angaşt kir ku komên çepgir ên tundrew ji bo provokekirina çalakiyan xwe xistine nav ciwanan.
Birêvebiriya Polîsan a Berlînê jî da zanîn ku ew ji bo bûyerên tundiyê ketine nav amadehiyê û hişyarî da ku ew dê li hemberî ti tevliheviya ku aramiya giştî têk bibin bêdeng nemînin û helwesteke pir tund nîşan bidin.
Hişyariya Balyozxaneya Amerîkayê
Piştî zêdebûna aloziyê ya li Almanyayê, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Berlînê ji bo welatiyên xwe bulteneke fermî ya ewlehiyê weşand.
Di bultenê de hat diyarkirin ku nayê çaverêkirin xetên veguhastinê bi temamî rawestin lê polîs dikare bêyî agahdarkirinê rêyên sereke bigire û di veguhastina giştî de qutbûnên herêmî çêbibin.



