Magdeburg (Rûdaw) - Li Almanyayê, kampanya hilbijartinên Parlamentoya herêma Sachsen-Anhaltê derbasî qonaxeke germ bûye.
Hilbijartinên Parlamantoya herêma Sachsen Anhaltê 6ê Îlonê tên lidarxistin.
Partî û aliyên siyasî yên li vê eyaleta rojhilatê Almanyayê ku nêzîkî 2 milyon û 100 hezar kesan lê dijîn, ji bo bidestxistina 97 kursiyên parlamentoyê dikevin nav pêşbaziyeke tund.
Kurdek di lîsteya Partiya Keskan de namzed e
Mamed Mihemed, Kurdekî Êzidî yê Qestel Cindoyê ye ku dikeve Çiyayê Kurmênc ê Efrînê.
Ew di rêza çarem a lîsteya Partiya Keskan a ji bo parlamentoya eyaletê de namzed e.
Mamed bi awayekî rasterast beşdarî çalakî û kampanyaya partiya xwe dibe.
Di çarçoveya çalakiyên xwe de, ew li gel serokê lîsteya partiya xwe ya li eyaletê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Federal a Almanyayê, xizmeta civakî pêşkêşî xelkê hejar dike û ji bo feqîran xwarinê çêdike.
Xema wî ya sereke ew ciwanên ku paşxaneya wan a biyanî ye.
Di heman demê de bilindbûna partiya rastgir a tundrew jî cihê dilgiraniyê ye.
"Dixwazim derfetên wekhev biafirînim"
Namzedê Partiya Keskan a Almanyayê yê eyaleta Sachsen-Anhaltê Mamed Mihemed, li ser armanc û xemên xwe yên ji bo pêkhateyan ji Rûdawê re axivî.
Mamed ragihand ku hewldanên wî ji bo piştgiriya ciwanên biyanî û afirandina derfetên wekhev in da ku ew karibin bi awayekî erênî tevlî civakê bibin.
Beriya ku bibe 16 salî, Mamed sala 1996an gihiştiye Almanyayê û ji wê demê ve li bajarokê Halleyê dijî.
Ev bajarok berê beşek ji Almanyaya Rojhilat bû û heta radeyekê xelkê wê li hemberî biyaniyan xerîb bûn.
Li gorî gotina wî, li eyaletê zêdetirî 70 hezar dengdêrên biyanî hene û ew dikarin rê li ber partiya dijî biyanî û koçberan bigirin da ku bi tenê hikûmetê ava neke.
Mamed Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de got:
"Şiyana dengdêrên biyanî ya li vê eyaletê diyarker e. Dibe ku beşdariya wan rêbaza siyasî ya li herêmê biguherîne û rê li ber bilindbûna hêzên rastgir bigire."
Serdana bajarê Martin Luther kir
Yekane namzedê Kurd ê parlamentoya eyaletê, serdana ofîsa partiya xwe ya li bajarê Martin Luther dike.
Ew bajarê ku Încîl lê li zimanê Almanî hatiye wergerandin. Ew li wir bi dengdêr û alîgirên xwe re diaxive.
Li ser pirsa bê ma civaka herêmê amade ye ku biyaniyekî li ser kursiya parlamentoyê bibîne, Mamed Mihemed ji Rûdawê re diyar kir ku kar û xizmetên wî yên borî ji bo wergirtina baweriya welatiyan pîvan in.
Ew hêvîdar e ku xelkê eyaletê bêyî cudakarî piştgiriyê bide bernameya wî ya siyasî.
Mamed beriya ku bi fermî dest bi çalakiyên siyasî bike, li eyaletê federasyona herî mezin a rêxistinên koçber û biyaniyan ava kiribû.
Mamed her wiha ji aliyê saziyên Sachsen-Anhaltê ve gelek xelatên rêzgirtinê wergirtine.
Niha ew hewl dide ezmûna xwe ya xebatên rêxistinî bibe nava hola parlamentoyê û nexşerêya siyasî ya rojhilatê Almanyayê.


