Magdeburg (Rûdaw) - Li hemberî Katedrala Magdeburgê, qesra Parlamentoya Herêma Sachsen-Anhaltê ya li rojhilatê Almanyayê tê dîtin.
Ev herêm xwe ji bo serdema 8em a hilbijartinên parlamentoyê amade dike.
Dibe ku ev pêşbaziya siyasî ya tund çarenivîsa birêvebirina herêmê biguherîne.
Li navenda bajêr, Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) kampanyayeke germ dimeşîne.
Li gorî rapirsiyan, dil û hişê nêzîkî ji sedî 40ê hilbijêran bi vê partiya rastgir re ye.
Ev partî bi dijberiya xwe ya li hemberî koçberan û Yekîtiya Ewropayê tê naskirin.
"Yên ku neqanûnî hatine, cihê wan li vir nîne"
Serokê Fraksiyona AfDyê ya Parlamentoya Herêma Sachsen-Anhaltê Oliver Kirchner derbarê helwesta wan a li hemberî biyaniyan de ji Rûdawê re axivî.
Kirchner diyar kir ku ew li hemberî her kesê ku dixwaze wekî wan bijî vekirî ne û got:
"Ew bi dil û can bi xêr hatine. Ti pirsgirêka min bi hostayekî Portekîzî an Tirk an jî yê cihekî din re nîne ku bi qanûnî hatibin û di sektora xizmetguzariyê de bixebitin.
Lê em dixwazin ew kesên ku bi awayekî neqanûnî hatine û tawan kirine bên dersînorkirin, çimkî cihê wan li vir nîne."
Banga Partiya Keskan: Bi me re bimînin
Li aliyê din, Partiya Keskan di van hilbijartinan de wekî kilîla pêkanîna hikûmetê tê dîtin.
Partiya Keskan kesayetiyên diyar ên derveyî herêmê vexwendine da ku piştgiriyê bidin kampanyaya wan.
Seroka Lîsteya Partiya Keskan a li Herêma Sachsen-Anhaltê Susan Sziborra-Seidlitz derbarê metirsiyên serkeftina rastgiran de ji Rûdawê re axivî.
Sziborra-Seidlitzê da zanîn ku ji ber xurtbûna rastgiran mirov hest bi gefê dikin û got:
"Bê guman nabe mirov çavê xwe ji wê yekê bigire ku piraniyeke ji sedî 40î bi partiyeke rastgir a tundrew re ye û ji ber vê yekê jî hest bi gefê tê kirin.
Ez ji tirs û dilgiraniya kesan fêm dikim lê ez daxwazê ji hemûyan dikim ku bi me re li vir bimînin.
Em bi hev re bihêz bin da ku ev herêm bi bedewiya xwe ya pirrengî bimîne."
"Wekî salên 90î ye"
Hevdem bi kampanyayan re, xwenîşandanên çalakvanên ciwan û dostên koçberan ên li dijî hêzên rastgir tên kirin.
Ansgar Weinstruchê ku xwenîşanderekî dijî AfDyê ye, li ser îhtîmala bidestxistina desthilatê ya ji aliyê rastgiran ve axivî.
Weinstruch destnîşan kir ku rewşa niha wekî salên 90î ye û got:
"Ez di wê baweriyê de me eger AfD di hilbijartinan de bi ser bikeve, dê wekî faşîstên serdema Hitler nebe.
Faşîzma wan bi şêwazeke pop û qebûlkirî di nava civakê de hatiye dîzaynkirin ku ji derve ve tundûtûj xuya nake.
Lê belê niha li Magdeburgê tundî heye û ji bo min ev wekî salên 90î ye."
Li vê herêma biçûk a Almanyayê nêzîkî milyonek û 700 hezar kesan mafê wan ê dengdanê heye.
Çavê tevahiya cîhana rojava li ser biryar û encama dengdana welatiyên Sachsen-Anhaltê ye.


