Hewlêr (Rûdaw) - Keça Kurd Cûdî Aslan Şêxoya ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê pirsgirêkên xwendekarên Kurd ên li wî welatî gihandin Serokwezîrê Fînlandayê.
Cûdî Aslanê her wiha bal kişand ser nijadperestiya rêxistinkirî ya li Fînlandayê.
Cûdî Aslan wekî mêvaneke taybet beşdarî civîna "Maseya Gilover" bû.
Ev civîn li ser vexwendina fermî ya Serokwezîrê Fînlandayê Petteri Orpo hat lidarxistin.
Wê di civînê de daxwazên keç û jinên penaber bi wêrekî anîn zimên.
"Di perwerdeyê de nijadperestiyeke rêxistinkirî heye"
Cûdî Aslan Şêxoya ku ji gundê Gemrûkê yê Efrînê ye, bû mêhvana bultena Nûrojê ya Rûdawê.
Cûdiyê hûrgiliyên hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Fînlandayê re parve kirin.
Cûdî Aslanê destnîşan kir ku wê rasterast bal kişandiye ser astengiyên li ber xwendekarên biyanî û got:
"Me di civînê de gelekî behsa xwendinê kir. Min ji Serokwezîr re got ku em pê dihesin di dema hilbijartina beşên xwendinê de nijadperestiyeke rêxistinkirî heye.
Ev yek rê li ber xwendekarên biyanî digire ku bigihîjin mekanîzmayên biryardayînê.
Serokwezîr li daxwazên me guhdarî kir. Wî soz da ku ew dê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û dabînkirina derfetên wekhev bixebite."
Cûdî Aslanê diyar kir ku ew û 9 keçên ji neteweyên cuda beşdarî vê rûniştinê bûne.
Wan serpêhatiyên xwe yên dijwar ên derbarê nijadperestiyê de parve kirin.
Armanca wan ew bû ku pergala Fînlandayê bibe pergaleke wekhevxwaz.
"Ziman û çand şertê entegrasyonê ne"
Cûdî Aslan ne tenê wekî xwendekarekê, di heman demê de wekî çalakvaneke civakî jî li Fînlandayê tê naskirin.
Ew bi serbilindî wiha behsa nasnameya xwe dike, "Ez biçim kû derê jî ez dibêjim ku ez Kurd im.
Ez sala 2020î gihîştim Fînlandayê. Me sala 2023yan 'Rêxistina Sozê' ava kir.
Armanca me parastina ziman û çanda Kurdan e. Ez bawer dikim ku parastina kok û çanda xwe, şertê sereke yê entegrasyonê ye.
Mirov dema bi nasnameya xwe ya resen li ser pêyan be, dikare di nava civakeke nû de jî serkeftî be."
Civîna li Hola Şahiyan a Dewletê
Ev hevdîtin li Hola Şahiyan a Encûmena Dewletê ya li Helsînkiya paytext hat sazkirin.
Civîn beşek bû ji bernameya hikûmeta Fînlandayê ya ji bo têkoşîna li dijî nijadperestiyê.
Serokwezîr Petteri Orpo di civînê de li serpêhatî û pirsgirêkên jinên biyanî yên ku li Fînlandayê dijîn guhdarî kir.
Mijara sereke ya civînê afirandina civakeke wekhev bû.
Wan xwest civakekê ava bikin ku tê de ti kes ji ber nijad, reng an jî koka xwe neyê paşguhkirin.
Serokwezîrê Fînlandayê piştî guhdarîkirina Cûdî Aslanê û hevalên wê daxuyaniyek da.
Petteri Orpo got ku têkoşîna li dijî nijadperestiyê di rojeva wan a sereke de ye û ew dê ji bo xurtkirina wekheviya di civakê de gavan biavêjin.


