Dusseldorf (Rûdaw) - Beriya 10 salan li Almanyayê, dema ku keça ciwan a Polonyayê Natalia û kurê Kurd ê ji Kobaniyê Mahir Remo hev dît, zimanekî wan ê hevbeş tune bû ji bo ku ji hev fêm bikin lê belê zimanê dil ji hemû astengan bihêztir bû.
Wan bi rêya bernameya Google Wergerê dest bi axaftinê kir û çîroka evîna wan dest pê kir.
Nataliayê ku bi gotina xwe ewilî bûbû evîndara birûyên Mahir, bi salan bi rêya wergera li ser ekrana telefona xwe bi Mahir re axivî.
Berdewamiya vê evînê wiha kir ku her du jî hewl bidin û fêrî zimanê Almanî bibin.
Di dawiyê de xewna wan pêk hat û ew zewicîn.
Ev evîn li vir nesekinî, Natalia ne tenê bû hevjîna kurekî Kurd, di heman demê de aşiqî çand û zimanê Kurdî jî bû.
Ew niha fêrî zimanê Kurdî dibe û dibêje ku dilê wê ne tenê ji bo Mahir, ji bo Kurdistanê jî lê dide.
Ew bi hev re çûne serdana Hewlêr, Kobanî û Qamişloyê.
Ne cudahiya çandê û ne jî ya dîn, tiştek nebû asteng li ber avakirina malbata wan.
Niha bi dilxweşî li Almanyayê bi hev re dijîn û 2 zarokên wan hene.
Çîroka wan bûye îspata wê yekê ku evîna rastîn hemû sînoran derbas dike.


