Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Kanadayê ragihand ku welatê wan ji bo kesên xwedî tecrube û şiyan vekirî ye û di wergirtinê de li welatîbûna wan nanêre.
Wezareta Koç û Koçberan a Kanadayê di bersiva çend pirsên Rûdawê de hûrgiliyên wan sektorên ku welatê wan herî zêde pêdivî pê heye eşkere kirin.
Sîstema koçberiyê ya Kanadayê bi awayekî ye alîkariya wan penaxwazên jêhatî dike ku rê li ber baştirbûna rewşa aborî vedikin.
Li gorî "Stratejiya Kişandina Kesên Navneteweyî yên Jêhatî" ya di budceya 2025an de, Kanada dixwaze wan pîşe û pîşesaziyên ku aborî û civakê bi rê ve dibin xurt bike.
Sektorên pêşîn ên di vî warî de hişê çêkirî, enerjî, hilberîna bipêşketî, tenduristî û niştecihbûn in.
Derfeta rûniştinê ya ji bo sala 2026an
Wezareta Koçê ya Kanadayê da zanîn ku dayîna derfeta rûniştinê li Kanadayê bi awayekî ye ku divê li gel pêdiviyên bazara kar bigunce.
Niha wezaret bi rêya bernameya "Express Entry" (Têketina Bilez) qala afirandina derfeta rûniştinê ji bo wan kesan dike ku di van pîşeyan de tecrubeya wan a kar heye:
Sektora tenduristî û xizmetguzariya civakî: Wekî bijîşkê malbatê, perestar, bijîşkê diranan, dermanfiroş û derûnnas.
· Zanist û teknolojî: Wekî pisporên ewlehiya sîber û endazyarên avahiyê.
· Pîşeyên destan: Wekî darbir û hosteyên kanalîzasyonê.
· Sektora veguhastinê: Wekî pîlot, pisporên motorên balafiran û teknîsyenên otomobîlan.
· Zimanê Fransî: Ew namzedên ku di zimanê Fransî de şarezayiyeke wan a gelekî baş heye.
Gelo Kurd dikarin daxwaznameyê pêşkêş bikin?
Li ser wê pirsa ku "Gelo Kurdên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dikarin ji van derfetan sûdê wergirin?", wezaretê ji Rûdawê re ragihand:
"Pîvanên wergirtinê yên ji bo bernameyên me yên koçberiyê bi welatîbûna daxwazkaran ve ne girêdayî ne."
Ev tê wê wateyê ku Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê dikarin daxwaznameyê pêşkêş bikin, bi mercê ku şertên "Yasaya Parastina Koç û Penaberan" û rênimayên wan bi cih bînin.
Daxwazkar dikarin bi rêya malpera fermî ya hikûmeta Kanadayê û bi bersivdana çend pirsan bizanibin ka ji bo pêşkêşkirina daxwaznameyê wekî "koçberê jêhatî" guncav in yan na.
Rêkarên hilbijartina namzedan
Li gorî bersiva Wezareta Koçê ya Kanadayê, welat bi rêya bernameya "Express Entry" bangewaziyê ji bo wan namzedan dişîne ku di nav daxwazkaran de xalên (puan) wan herî bilind in.
Hejmara kesên ku tên wergirtin bi armancên salane yên koçberiyê, pêdiviya bazara kar û hejmara namzedên berdest ve girêdayiye.
Kanada ji bo diyarkirina kêmasiya hêza kar, pişta xwe bi amarên "Sîstema Pêşbîniya Pîşeyî ya Kanadayî" girê dide.



