Hewlêr (Rûdaw) - Çend berpirsên Amerîkî radigihînin ku welatê wan ji bo şerê li dijî Îranê ew qas çek û cebilxane şandine Rojhilata Navîn ku plankerên leşkerî dilgiran in.
Ew ditirsin ku kêmbûna şiyana leşkerî, şiyana Amerîkayê ya ji bo parastina li hemberî gefên Çîn û Rûsyayê lawaz bike lê belê berpirsên birêvebiriya Trump hebûna vê pirsgirêkê red dikin.
Li gorî çend berpirsên Amerîkî ku ji rojnameya Wall Street Journalê re axivîne, kêmbûna çekan ew qas kûr bûye ku depoyên Amerîkayê yên li Ewropayê gihîştine "qonaxeke metirsîdar."
Ev depo bi taybetî ji bo mûşekên parastina asmanî yên Patriot (PAC-3) û mûşekên zevî bi zevî yên ATACMSê ne.
Her çi qas hefteyên dawî Amerîka û Îranê êrişên xwe yên rasterast heta radeyekê rawestandibin jî, berpirs dibêjin tijîkirina depoyên çekan ên li Japonya, Koreya Başûr û Almanyayê dibe ku çend salan bixwaze ku ev yek di pêgeha leşkerî ya cîhanî ya Amerîkayê de xalên lawaz çêdike.
Ji bilî mûşekên Patriot, rêjeya çekên din ên Amerîkayê yên li Ewropayê pir kêm bûye.
Her wiha sîstema dijîmûşek a THAADê û sîstema dijîdronan a Meropsê ji Ewropayê ber bi Rojhilata Navîn ve hatine şandin.
Kêmbûna van depoyan bûye sedem ku fermandariya hêzên Amerîkayê ya li Ewropayê destkariyê di planên xwe yên operasyonan de bike.
Her wiha berpirsên îdareyê gihîştine wê baweriyê ku Amerîka nikare bi temamî parastina Taywanê bike heke Çîn êrişî bike.
Koşka Spî kêmbûna çekan red dike
Li hemberî van dilgiraniyan, Berdevka Koşka Spî Anna Kellyê red kir ku pirsgirêka wan a kêmbûna çekan hebe û got:
"Artêşa Amerîkayê çek û cebilxaneyên pêwîst hene ji bo xizmeta hemû armancên stratejîk ên Serok Trump.
Operasyona 'Hêrsa Destanî' nîşan dide ku çi diqewime gava tu pirsgirêkan ji bo Amerîkayê çêdikî."
Kellyê her wiha got ku Trump ji peymankarên leşkerî xwestiye ku hilberîna çekan zêde bike.
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell jî anî ziman:
"Îdiayên kêmbûna cebilxaneya Amerîkayê derew in.
Gava medyaya sexte bi awayekî neberpirsyar van derewan mezin dike, encam li cîhana rastîn eşkere ye, dijminên me tên teşwîqkirin ku êrişî hêzên Amerîkayê bikin."
Amarên bikaranîna çekan
Amarên şer qebareya bikaranîna çekan eşkere dikin.
Berpirs dibêjin heta nîvê meha Tîrmehê, Amerîkayê nêzîkî 1700 mûşekên Patriot û zêdetirî 200 mûşekên THAADê di şer de bi kar anîne.
Her wiha keştiyên hêza deryayî ya Amerîkayê 150 mûşekên standard ji bo xistina dronan û mûşekên Îranê teqandine.
Li hemberî vê, Îranê zêdetirî 1500 mûşekên balîstîk û 6 hezar dronên mezin avêtine.
Guherîna stratejiyê: Zexta aborî li şûna şer
Niha Amerîka ji bo parastina depoyên xwe gavan diavêje û Trump jî biryar daye ku li şûna şer serî li zexta aborî bide.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent dibêje armanca wan a nû ew e ku xwe ji şerekî mezin ê bi Îranê re dûr bixin.
Lê belê berpirsê berê yê Pentagonê Daniel Shapiro hişyariyê dide û dibêje:
"Amûrên Îranê hene ku zererê bide me û aboriya cîhanê.
Dibe ku ev bibe sedema kiryarên leşkerî ku Amerîka neçar bibe bersivê bide."



