Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Gosen-Neu Zittauyê yê eyaleta Brandenburgê ya Almanyayê li dibistanekê êrişek pêk hat û 2 kes mirin.
Welatiyekî Alman ê 19 salî hat desteserkirin.
Hat diyarkirin ku yek ji wan kesên ku di êrişê de mirine karmendekî dibistanê ye û ya din jî xwendekareke 18 salî ye.
Hat destnîşankirin ku ew xwendekar, hevala berê ya gumanbarê êrişê ye.
Polîsan eşkere kir ku lêpirsîna li ser sedema êrişê û çeka ku hatiye bikaranîn berdewam dike.
Serokwezîrê Brandenburgê Dietmar Woidke êriş wekî "êrişeke tirsnak" pênase kir û sersaxî ji malbat û xizmên kesên mirî re xwest.
Woidke anî zimên ku bûyerê tevahiya eyaleta Brandenburgê hejandiye.
Wezareta Perwerdeyê ya Brandenburgê jî eşkere kir ku ji bo kêmkirina bandorên bûyerê dê bi rêya derûnnasên dibistanê piştgiriyê bidin xwendekar û mamosteyan.
Hat ragihandin ku tîmên piştgiriya derûnî dê li dibistanê dest bi kar bikin.
Tîmên piştgiriyê çûn dibistanê
Hat diyarkirin ku piştî bûyerê tîmeke piştgiriya bilez a ji 8-9 kesan pêk tê çûye dibistanê û bi xwendekar, mamoste û mexdûrên din re axiviye.
Ji rayedarên Tîma Piştgiriya Bilez a Brandenburgê Stefan Baier got ku armanca tîman ew e ku ji bo kesên ku bandor li wan bûye "qadeke ewle" ava bikin.
Hat destnîşankirin ku li kampusa ku êriş lê pêk hatiye ji bilî dibistaneke taybet dibistaneke seretayî ya dewletê jî heye.
Wezareta Perwerdeyê eşkere kir ku wan pêşniyara piştgiriyê daye xwediyê dibistana taybet.
Hat ragihandin ku dê li dibistana seretayî piştgiriya derûnî bidin zarokan.
Hat diyarkirin ku piştî bûyerê hinek xwendekar heta ku malbatên wan hatin ew birin, li salona werzişê ya dibistanê di bin çavdêriya tîmên piştgiriyê de hatine ragirtin.



