Hewlêr (Rûdaw) - Şahê Norwecê Haraldê 5an ê ku 35 salan li ser text ma, li nexweşxaneya neteweyî ya li Osloyê di 89 saliya xwe de koça dawî kir.
Ew ji ber nexweşiyeke kêmpeyda ya xwînê li wê nexweşxaneyê dihat tedawîkirin.
Koşka Şahiyê ya Norwecê di daxuyaniyekê de ragihand ku Şah Harald roja înê bi dema xwecihî saet 06:35an li nexweşxaneyê "di nava aramiyê de" miriye.
Harald hefteya borî biribûn nexweşxaneyê û rewşa wî ya tenduristiyê rojên dawî ji nêzîk ve dihat şopandin.
Di 24 saetên beriya mirina Harald de gelek endamên malbata Şahiyê çûn nexweşxaneyê û Şah ziyaret kir.
Li aliyê din, welatiyên Norwecê li ber Koşka Şahiyê ya li Osloyê kom bûn û ji bo Harald kulîlk danîn.
Piştî mirina Haraldê ku 35 salan li ser text ma, dê kurê wî Şahzade Haakon derbasî ser text bibe.
Harald 21ê Sibata 1937an li Skauguma nêzîkî Osloyê ji dayîk bûbû.
Ew ji sedsala 14an ve Şahê yekem ê Norwecê bû ku li ser axa Norwecê ji dayîk bûbû.
Harald piştî mirina bavê xwe Şah Olav a 17ê Kanûna Paşîn a 1991ê bû Şah.
Harald ji ber nexweşiya bavê xwe sala 1990î erkê wekîltiya Şah girtibû ser xwe û nêzîkî salekê pişt re bû Şah.
Rewşa tenduristiyê ya Harald salên dawî her ku diçû xirabtir dibû.
Şah Nîsana 2024an ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê biryar dabû ku çalakiyên xwe yên vekirî bi awayekî mayînde kêm bike.
Wî demên dawî ji ber anemiya hemolîtîk ku nexweşiyeke kêmpeyda ya xwînê ye û dibe sedema kêmbûna hucreyên sor ên xwînê, tedawiya kortîzonê didît.
Harald 17ê Tebaxê rakiribûn nexweşxaneyê û dema tedawiya wî didomiya kurê wî Haakon beşeke girîng a erkên wî yên fermî girtibû ser xwe.
Bi mirina Harald re li Norwecê serdemeke 35 salî bi dawî bû û dê Şahê nû yê Norwêcê bibe Haakon.



