Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrişî axa NATOyê nake.
Trump ew raporên ku dibêjin Washingtonê li ser liv û tevgerên leşkerî yên li ser Ewropayê hişyarî daye Moskowê, kêm dîtin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî di konferanseke rojnamegeriyê de got:
“Dan û standinên min ên baş bi wî [Putin] re hebûn.
Ew êrişî navçeya NATOyê nake.”
Ev bersiva Trump ji bo wê pirsê bû ku gelo Putin soza neêrişkirinê daye yan na.
Wall Street Journal û CBS Newsê belav kirin ku Birêvebirê CIAyê John Ratcliffe çûye Rûsyayê û hewl daye Rûsyayê ji êrişkirina ser NATOyê sar bike.
Ev di demekê de ye ku îstixbarata Amerîkayê pê bawer e ku Moskow dixwaze ji ber şerê Ukraynayê hevpeymaniya NATOyê biceribîne.
Wall Street Journalê amaje pê kir, dibe ku Putin di çend salên paşerojê de bi rêya “êrişeke sînordar” NATOyê biceribîne.
Dema ku ji Trump hat pirsîn ka gelo Ratcliffe ev peyam gihandiye yan na, wî wiha bersiv da, “Ez naxwazim li ser vê daxuyaniyekê bidim lê ew êriş nakin.”
Bersiva Kremlînê
Li aliyê din, Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku ew rapor ne rast in.
Peskov li ser Ukraynayê jî got ku Rûsya dixwaze bi rêyên aştiyane bigihêje armancên xwe lê heke derfeteke wiha nebe, ew dê “operasyona xwe ya leşkerî ya taybet” berdewam bikin.
Serdana Ratcliffe ya Moskowê di demekê de ye ku ji ber şerê Ukraynayê alozî di asta herî bilind de ne.
Hewlên dîplomatîk ên ji bo bidawîanîna şer heta niha bêencam mane.



