Hewlêr (Rûdaw) - Nepalê hişyarî da welatiyan ku ber bi herêmên bilind ve biçin.
Ev hişyarî piştî nûçeyên teqîna bendaveke li Tîbetê hat dayîn.
Beriya du rojan jî ji ber herifîna cemedekê lehiyeke mezin li herêmê rabûbû.
Polîsê Nepalê di daxuyaniyekê de ragihand, "Agahî gihîştine me ku li aliyê Tîbetê bendavek teqiyaye."
Polîs xwest ku hemû hêzên ewlehiyê, karmendên hawarçûnê û welatiyên ku beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dibin di amadehiyê de bin û biçin cihên aram.
Di heman demê de Serokê Çînê Xi Jinping ji bo operasyona rizgarkirina welatiyên li Tîbetê serokatiya civîneke serkirdeyên bilind kir.
Li gorî Ajansa Şînuayê, birêvebirên Polîtburoya Partiya Komunîst a Çînê di civînê de got:
"Divê ji bo dîtin û rizgarkirina kesên ku li hundir û derveyî welêt winda bûne hemû hewl werin dayîn."
Şînuayê li ser zarê serkirdeyan ragihand ku hîn jî li herêmê metirsiyên veşartî yên cemedan, golên qeşayê û karesatên jeolojîk hene.
Hat diyarkirin ku xebatên rizgarkirinê bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne.
Her wiha hat gotin ku Çîn li ser alîkariya lezgîn a Nepalê û "hevkariya hawarçûnê ya navneteweyî" difikire.
Li Hindistanê cenazeyên 7 qurbaniyan hatin dîtin
Li aliyê din, rayedarên Hindistanê îro ragihand ku wan di wan rûbarên ji Nepalê diherikin de cenazeyên 7 kesan dîtine.
Tê texmînkirin ku ev kes qurbaniyên karesata lehiyê bin.
Cenaze li rûbarên herêmên Maharajganj û Kushinagarê yên eyaleta Uttar Pradeshê hatin dîtin ku hevsînorê herêma Chitwanê ya li başûrê Nepalê ye.
Parêzgarê Maharajganjê Gourav Singh Sogerval got:
"Doh li herêmê cenazeyên 4 kesên nenas hatin dîtin.
Em di wê baweriyê de ne ku ji ber lehiyê ji Nepalê hatine Hindistanê."
Berpirsekî Polîsan jî piştrast kir ku li herêma Kushinagarê ya 70 kîlometreyî dûrî sînor e cenazeyên 3 kesên din hatine dîtin.
Heta niha ji ber lehiyê herî kêm 472 kes mirine, ji van cenazeyên 469 kesan li Nepalê û cenazeyên 3 kesan jî li Çînê hatine dîtin, her wiha herî kêm 1,400 kes jî winda ne.
Ew 7 cenazeyên ku li Hindistanê hatine dîtin hîn neketine nav amarên fermî.



