New York (Rûdaw) - Ji bo Kurdan zehmet e ku vê civînê ji bîr bikin ku dewletên zilhêz ên cîhanê doh li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê civiyan da ku li ser paşeroja Sûriyeyê ya piştî fesixkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) biaxivin.
Ew şervanên ku zêdetirî 10 salan li dijî terorê hevpeymanên Amerîkayê bûn û bi hezaran şehîd dan.
Civîna yekem a Konseya Ewlehiyê ya li ser Sûriyeyê ya piştî biryara fesixkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hat lidarxistin.
Amerîka welatê yekem bû ku axaftin kir, Berpirsê duyem ê nûnertiya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî axaftineke kurt a 3 xulekan xwend.
Axaftina wî dê di bîran de bimîne, ne ji bo tiştên ku gotin lê ji bo tiştên ku veşartin.
Ne peyveke spasiyê û ne jî peyveke rêzê hebû û wî navê Kurdan an jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî neanî zimên.
Ew hêza ku zêdetirî 11 hezar şervanên wê di şerê li dijî DAIŞê de canê xwe ji dest da û vê hefteyê jî bi temamî xwe fesix kir.
Alîkara Nûnerê Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Tammy Bruceyê got:
"Em endamên vê Konseyê û hemû welatên endam teşwîq dikin ku vê derfetê ji bo dan û standineke biwate ya li gel hikûmeta Sûriyeyê bi kar bînin.
Ev yek ji bo piştgiriya Sûriyeyeke aram, ewle û bipêşketî ye."
Fransa û Brîtanya
Fransa û Brîtanyayê navê HSDyê anî zimên lê axaftinên wan tenê pîrozkirina fesixkirina HSDyê li xwe digire, ne dîroka wê.
Balyozê Fransayê yê Neteweyên Yekbûyî Jeremie Bonafont anî ziman:
"Fransa pêşwaziya yekbûna serkeftî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a di nav dewleta Sûriyeyê de û fesixkirina wê dike.
Ev gaveke dîrokî ye ber bi Sûriyeyeke xwedî serwerî û piralî ve."
Brîtanyayê jî bi heman awayî pêşwaziya bidawîhatina HSDyê kir û ew wekî gaveke ji bo Sûriyeyeke yekgirtî dît.
Rûsya û Çînê jî pîrozbahî li yekkirina bakurrojhilatê Sûriyeyê kir lê wan jî navê HSDyê neanî zimên.
Her kes pesnê bidawîhatina wê dide lê kes behsa rola wan a berê nake.
Daxuyaniya Balyozê Sûriyeyê
Balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Olabî got:
"Li Sûriyeyê ne serkeftî û ne jî têkçûyî hene. Sûriye bi xwe serkeftî ye û hemû Sûriyeyî jî serkeftî ne."
Olabî di hevdîtineke taybet a li gel Rûdawê de li ser Kurdan zêdetir axivî û anî ziman, "Ti carî şer li dijî Kurdan nebûye. Tenê baskên cuda û nêrînên cuda hebûn."
Hişyariya Çîn û Tirkiyeyê
Lê di nav kêfxweşiya dîplomatan de 2 hişyarî derketin holê, ya yekem ji Çînê hat ku li ser wan girtîgehên DAIŞê bû ku Kurdan parastina wan dikir.
Alîkarê Balyozê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî Sun Lei got:
"Piştî girtina girtîgehên li bakurrojhilatê Sûriyeyê, komeke mezin a xelkê hebûn ku pêwendiya wan bi komên terorîst re hebû û niha cihê wan ne diyar e."
Hişyariya duyem jî, bi taybetî ji Rûdawê re, ji neyarê herî kevn ê HSDyê hat.
Balyozê Tirkiyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Ahmet Yildiz ji Rûdawê re got:
"Eşkere bibêjim, pêşhat baş in lê divê bicihanîna wan mercên ku li ser hatine lihevkirin bi derbasbûna demê re were piştrastkirin."
Li ber Balyozê Sûriyeyê deftereke bi bergê kesk hebû ku li ser hatibû nivîsandin, Komara Ereban a Sûriyeyê.
Di heman rojê de vê Komara Ereban gaveke dîrokî eşkere kir ku zimanê Kurdî cara yekem dikeve nav bernameya xwendinê.
Lê pirsek hîn bê bersiv e, gelo di vê Komara Ereban de Kurd hîs dikin ku wekî welatiyên pileya yekem miamele li gel wan tê kirin?



